Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kiliç li dijî dagirkerî û îxanetê çalakiya fedaî pêk anî

Detayên çalakiya girtiyê bi navê Îrfan Kiliç hêdî hêdî aşkera dibin. Derket holê ku Kiliç beriya ku çalakiyê li dar bixe, nîşeyek nivîsandiye. Di nîşeyê de Kiliç wiha dibêje: “Ez dewleta tirk a dagirker û îxaneta KDP’ê şermezar dikim. Ez mertalên zindî yên li Başûr silav dikim.”

Girtiyê bi navê Îrfan Kiliç duh li Girtîgeha Tîpa F-2 ya Kandira ya Kocaeliyê dawî li jiyana xwe anî. Cenazeyê Kiliç ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Kocaeliyê. Malbata Kiliç duh di demên êvarê de çûn ber ATK’ê. Malbatê piştî otopsiyê xwestin cenazeyê Kiliç bigirin û biçin Xarpêtê. Lê rayedaran ji malbatê re got; ‘Hûn herin em ê piştre cenaze bişînin Xarpêtê.’ Li ser vê yekê jî malbata Kiliç derbasî Xarpêtê bû û li ber Balafirgeha Xarpêtê kom bûn. Tê payîn ku dê cenanazeyê Kiliç li navçeya Bongilan a Çewlikê bê definkirin.

Hat zanîn ku Îrfan Kiliç beriya ku dawî li jiyana xwe bîne, nîşeyek nivîsandiye û sedema çalakiya xwe nivîsandiye. Hat diyar kirin ku Kiliç duh serê sibehê saet di 09.00’an de dema hevalên wî yên qawîşê çûn qada sporê, dawî li jiyana xwe anî. Hat ragihandin ku Kiliç dema ku çalakî pêk anî dirûşm berz kirine û nîşeya ku nivîsandibû jî avête hewşa qawîşa li kêlekê.

Kiliç di nîşeya xwe de wiha gotiye: “Ez dewleta tirk a dagirker û îxaneta KDP’ê şermezar dikim. Ez mertalên zindî yên li Başûr silav dikim. Hûn ne bi tenê ne. Vaye dengek jî ji Çewlikê… Ez tecrîda li ser Rêbertiyê şermezar dikim.” KOCAELÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar