Li Stenbolê Yekîneya Tolgildanê li dîjî lîstina kumarê çalakiyek pêk anî û encama vê çalakiya xwe bi raya giştî re parve kir
Li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê koma bi navê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Serhildan Mazlûm çalakiyeke bi bombeyî li dar xist. Li ser navê komê daxuyanî hate dayîn û hate diyarkirin ku wan li Taxa Mûzaffer Karayollari qehwexaneyeke kumarê kirine hedef. Dîmenê çalakiyê li ser malpera Raperîna Gel hate weşandin û tê dîtin ku bombe di qehwexaneyê de diteqe.
Komê ev tişt ragihan:“Li Rêya Fatîhê ya Taxa Karayollari ya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê me li hemberî qehwexaneya ku kumar dida lîstin, çalakiyek li dar xistiye. Em careke din diyar dikin ku em têkbirina kumar, fihûş û tiryakê dikin hedef a ku bi destê dewlet û çeteyên AKP û MHP’ê tê kirin.”STENBOL