HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Gever a Colemêrgê bi awayeke bibandor li hêzên artêşa tirk ên li girê Şehîd Elîşer bi cih bûn xistine. HPG’ê diyar kir ku di çalakiyê de çeper û kozikên artêşa tirk hatine rûxandin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya hêzên wan a li Geverê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê da zanîn ku hêzên wan bi awayeke bibandor li kozik û çeperên leşkerên artêşa tirk xistine.
Di daxuyaniyê de HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan di 3’yê tîrmehê saet di 07.30’an di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, li dijî hêzên artêşa tirk ên li girê Şehîd Elîşêr ê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bicih bûbûn, çalakî pêk anîn.
HPG’ê da zanîn ku di çalakiyê de hêzên wan bi awayekî bibandor li çeper û kozikên hêzên artêşa tirk xistine. HPG’ê daxuyand ku encama çalakiyê nehatiye zelalkirin. BEHDÎNAN