Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Dozger ji bo rojnameger Ataman cezayê heta hetayê xwest

Heştemîn danişîna doza rojnameger Ziya Ataman û 19 kesên din îro li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hate dîtin. Dozger bi hincetên cuda xwest ku heyeta dadgehê li Ataman û girtiyên din cezayê girtîgehê yê heta hetayê bê birîn

Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê (KHK) de hatibû girtin, Ziya Ataman ji 11’ê nîsana sala 2016’an ve girtiye. 8’emîn danişîna doza Ataman ku 9 jê girtî bi giştî 19 kes tê de tên darizandin, îro li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hate dîtin. Ataman ji Girtîgeha Tîpa M ya Wanê bi pergala SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzer û malbatên girtiyan di danişînê de amade bûn.

Piştî danasîna nasnameyan, danişînê dozê dest pê kir. Di destpêkê de şahid Aytaç Yalman hate guhdarkirin. Yalman diyar kir ku îfadeyên li midûriyeta polîsan bi wan dan îmzekirin, nexwendin û wiha domand: “Me dibin îşkenceyê de îfade îmze kirin. Ji me re gotin ‘ger hûn îmze nekin, emê we bernedin.’ Polîsên hêzên taybet bi qontaxa çekê li serê min xistin.”

Îdiayên dozger ên sosret

Dozger piştî ku Yalman guhdar kir, mutalaya xwe da. Dozger 47 rûpel mutala pêşkêşî dadgehê kir û xwest Ataman jî di nav de, hemû girtiyên tên darizandin bi îdiayên ‘Hevgirtina welat û yekitiya dewletê xerab kirin’, ‘Pewyirdarên cemaweriyê kuştin’, ‘Bi teqemenî zirar dane malê cemaweriyê’ û ‘Dinava xebatên rêxistinê de, madeyên teqemeniyê bi kar anîn’ bi cezayê heta hetayê yê girtîgehê bên cezakirin.

Girtiyan îdia red kirin

Piştî mutalaya dozger, parêzer û mexdûran jî mafê axaftinê girt. Parêzeran li dijî mutalayê dem xwestin û gotin ku mutala li dijî hiqûqiyê û di dosyayê de muxdûr weke bersûc hatine darizandin. Girtiyan jî îdiayên der barê wan de tên kirin red kirin. Girtiyan bal kişand ser nakokiyên di dosyayê de û daxwaza berdana xwe kirin. Kadîr Ataman ê ku ji dosyayeke din girtiye jî anî ziman ku dibin îşkenceyê de îfade daye û ew vê îfadeya xwe dubare dike.

Ataman xwest ku bi kurdî parastina xwe bike

Rojnameger Ziya Ataman jî xwest ku di danişînê de parastina xwe bi kurdî bike. Lê ji ber ku wergervan tunebû Ataman nekarî parastinê bike û dê di danişîna bê de parastina xwe bike. Dadgehê piştî parastinên li dijî mutalaayê hatin kirin, navber da danişînê. Şandeya dadgehê piştî navbereke kurt, biryar da ku girtina girtiyan dewam bike û danişîn taloqî 24’ê îlonê kir. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar