Malbatên Ocalan û 3 girtiyên din ên li girtîgeha Îmraliyê, ji bo hevdîtina bi xizmên xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç ji bo ku biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin, bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Di heman demê de malbatên girtiyên din ên bi navên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî bi heman armancê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Malbat herî dawî di 5’ê hezîranê de çûbûn Girtîgeha Tîpa F ya Bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê û bi xizmên xwe re hevdîtin kiribûn. STENBOL