Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Di serdegirtina qawîşan de doşekên girtiyan bi kêran diçîrînin

Girtiyê li Girtîgeha Tîpa L ya Patnosê Huseyîn Aşkan diyar kir ku piştî greva birçîbûnê, zextên li ser wan pir zêde bûne. Aşkan da zanîn ku hefteyê du rojan bi ser qawîşên wan de tê girtin û doşekên wan bi kêran tên çirandin. Aşkan da zanîn ku li girtîgehê ekîbên taybet hene

Girtiyê bi navê Huseyîn Aşkan (27) di sala 2013’an de li taxa Berçelan a Colemêrgê hate binçavkirin û bi îdiaya ‘Endamtiya rêxistinê’ 18 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Aşkan ev 7 sal û nîve jî li Girtîgeha Tîpa L ya Patnosê dimîne. Aşkan di hevdîtina bi malbata xwe re qala binpêkirinên li girtîgehê û zextên li wan tên kirin, kir.

Der barê mijarê de bavê Aşkan, Alî Aşkan ku çûbû serdana kurê xwe axivî û ev tişt destnîşan kir: “Kurê min got ku bi taybet jî piştî grevên birçîbûnê, helwesta rêveberiya girtîgehê hişk bûye. Kurê min 2 meh û nîvan di greva birçîbûnê de ma. Pir zeîf û bêhal bûye. Di hevdîtinê de ji min re got; ‘Zextên derûnî û fîzîkî pir zêde bûne.’ Piştî greva birçîbûnê, hin nexweşî lê peyda bûne. Bi taybet jî pirsgirêka dev û diranan pir dijî. Di dema xwe de nabin nexweşxaneyê û bi rêk û pêk nayên dermankirin.”

Zextê li malbatên girtiyan jî dikin

Di berdewamê de jî Aşkan bi lêv kir ku di demên berê de jî li girtîgehê gelek zext hebûn û wiha pê de çû: “Lê di demên dawî de ev zext pir zêdetir bûn. Rayedarên girtîgehê di hefteyekê de 2 caran bi ser qawîşan de digirin. Doşekên girtiyan bi kêran diçirînin û wisa lêgerînê dikin. Gardiyan helwestên ku rûmeta girtiyan bişikê nîşan didin û heqaretan dikin. Kurê min got ku di girtîgehê de ekîbên taybet hene. Divê wezareta dadê vê yekê lêkolîn bike. Hefteyê tenê carekê ava gerim didin girtiyan. Dema em weke malbat jî diçin girtîgehê rastî zor û zehmetiyên mezin tên.” COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar