Serdozgeriya Komarê ya Bursayê bi hinceta ‘Jimar 5275’ û ‘Sînordarkirina mafê hikûmxwaran’, serlêdana hevdîtinê ya malbata Ocalan û girtiyên din red kir
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç, her wiha birayê Hamîlî Yildirim ê bi navê Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar ê bi navê Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş a bi navê Sabîha Aslan bi armanca hevdîtina bi xizmên xwe yên li Girîgeha Tîpa F ya Bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serledana malbatan bi lez û bez bersivand û daxwaza hevditinê red kir.
Serdozgeriyê bi hinceta ‘Jimar 5275’ û ‘Sînordar kirina mafê hikumxwaran’ daxwaza malbatan red kir. Malbatan herî dawî di 5’ê hezîranê de li Îmraliyê hevdîtin kiribûn. STENBOL