Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kubîlay: Pêdivî bi lihevkirineke civakî heye

Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay diyar kir ku divê hemû amûrên şerê taybet ên weke JÎTEM, gladyo û kontrgerîla bên tasfiyekirin. Kubîlay diyar kir ku pêdiviya dewleta tirk bi lihevkirineke civakî heye û bang li hemû derdorên siyasî û civakî kir ku ji bo amadekirina makeqanûneke demokratîk bikevin nava liv û tevgerê

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubilay têkildarî geşedanên dawî li Navenda Giştî ya HDP’ê daxuyanî da. Kubîlay di serîde bal kişand ser doza JÎTEM’ê ya piştî 12 sal şûnde bi encam bûy û wiha got: “Dema ku em li biryarê dinihêrin, li gorî biryarê li Tirkiyeyê amûrên şerê taybet ên weke JÎTEM, gladyo û kontrgerîla tune ne. Lê di salên 90’î de li bajarên kurdan di serdema OHAL û rewşa awarte de têkiliya van rêxistinan û dewleta kûr bi hevre hebû. Wekî ku qet mirov nehatibin windakirin û sûcê mirovahiyê nehatibe kirin, biryar hate dayîn.”

Gunay anî ziman ku dema li biryarê tê nihêrtin, weke ku dewleteke hiqûqê hebe derdikeve pêşiya wan û wiha domand: “Lê di 3’yê mijdara sala 1996’an de li Susurlukê qeza çêbû û bi vê qezayê re têkiliya dewletê ya bi derdorên nijadperest ên mafya û siyasetê re derket holê. Hebûna çeteya dewleta kûr derket holê. Serokomar û serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan wê demê ji bo doza Ergenekone got; ‘Ez dozgerê vê doze me.’ Lê piştî demekê ser van dosyayan de hate girtin. 12 sal şûnde dozgerê ji doza FETO’yê tên darizandin û polîsan, bi hevkariya AKP’ê ji bo dewletê ji vê tora tarî xelas bikin biryarek girtin.”

‘Divê amûrên şerê taybet bên belavkirin’

Di berdewamê de jî Kubîlay daxuyand ku tê dîtin ku ne tenê fethullahî, AKP ya bi Fethullah Gulen re di nava ‘tifaqeke pîroz’ de ne, rovanşa dîrokî bi hevre pêş dixin û wiha derbirî: “Di bin kîjan navî de dibe bila bibe, divê amûrên şerê taybet û veşarî bên belavkirin. Heta ku ev yekîneyên şerê taybet di nava Tirkiyeyê de hebin, dê tu carî li vî welatî demokrasî û aramî pêş nekeve. Heta niha 17 hezar û 500 mirov ji aliyê kesên nediyar ve hatin kuştin.”

‘Dev ji hovîtiya li dijî Dayikên Şemiyê berdin’

Kubîlay piştre jî bal kişand ser çalakiya Dayikên Şemiyê û ev tişt destnîşan kir: “Dayikên Şemiye vaye 744 hefte ne aqûbeta windayan dipirsin. Ji bo ku aqûbeta kesên hatine windakirin bê zanîn, ji bo ku ev kes bên dîtin û kujerên wan bên darizandin, divê Komîsyona Heqîqetê bê avakirin. Divê êdî dev ji hovîtiya li dijî Dayikên Aştiyê berdin. 45 hefte ne dayikên Aştiyê nikarin li Qada Galatasarayê daxuyanî bidin. Divê qada Galatasarayê ji nûve li Daikên Şemiyê bê vekirin.”

Makeqanûna demokratîk

Herî dawîjî Gunay Kubîlay wiha got: “Hilbijartina di 23’yê hezîranê de ji bo welat bû parçeyek ji demokratîkbûna Tirkiyeyê. Pêdivî bi peymana lihevkirina civakî heye. Ev yek jî bi avakirina makeqanûna demokratîk pêkan e. HDP’ê ji bo amadekirina makeqanûna demokratîk, bang li hemû hêzên tifaqa demokratîk kir. Em vê bangê girîng dibînin û dixwazin hemû hêz û rêxistinên demokratîk piştgiriyê bidin vê bangê. Divê di serî de pirsgireka kurd û elewiyan bê çareserkirin û di vê makeqanûnê de hemû reng, bawerî û nasnameyên din bên parastin. Ji bo ku çanda pirzimanî, pirbawerî û pirrengî li Tirkiyeyê pêş bikeve, pêdivî bi peymana lihevhatina civakî heye. Hemû kesên ku makeqanûneke civakî, demokratîk, ekolojîk û azadîparêz dixwaze divê piştgiriyê bidin vê bangê. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar