Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Mela Teha Germiyanî: Yên ku piştgiriyê didin Erdogan minafiqin û cihê wan cehneme

Melayê mizgefta Şehîd Abdullah a bajaroka Rizgariyê Teha Germiyanî diyar kir ku ji ber ku destê Erdogan di kuştina xelkê bêguneh û misilman de heye, minafiqe û dê biçe cehnemê. Germiyanî da zanîn ku yên piştgiriyê didin Erdogan jî minafiqin û cihê wan dê cehnem be

Li başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta tirk ji her derdorên civakê bertekên tund hene. Ger gotin di cih de be ji bilî hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê û PDK’ê, gelemperiya başûrê Kurdistanê bi hêrse. Yek ji van kesên li dijî dagirkeriyê bihêrs jî Mela Teha Germiyanî ye. Germiyanî dibêje ku karê dewleta tirk dike, li dijî ola îslamê ye û yên ku alîkariyê didin Erdogan jî minafiqiye dikin.

Teha Germiyanî melayê mizgefta Şehîd Ebdullah a bajarokê Rizgarî ya Kelar a Germiyanê ye. Germiyanî anî ziman ku ev demeke dewleta tirk xaka wan a li başûrê Kurdistanê dagir dike û wiha domand: “Xaka me dagir dike û xelkê me yê bêguneh dikuje. Pêwîste xelkê Kurdistanê bêdeng nemîne û parastina xak, gel û niştimana xwe bike. Li her cihekî yê cîhanê dema mirovekî bê sûc tê kuştin, em pê di êşîn. Piştî komkujiya Kortekê, bi hezaran kurd, mela daketin qadan. Li Kurdistanê mirovên bêsûc têne kuştin. Gelo ji ber çi li dijî van kuştinan bêdengî heye?”

‘Dê dîrok kesên ku Erdogan diparêzin binivîse’

Di berdewamê de jî mela Teha Germiyanî bang li gelê kurd kir û wiha ev tişt anî ziman: “Ew kesên ku ji bo dagirkeriyê parastina Erdogan dikin ku berpirsyarê van sûcane, dê di rûpelên dîrokê de bên nivîsandin. Pêwîste xelkê bi şeref ê Kurdistanê, mela, ciwan, rewşenbîr û pêkhateyên civakê li dijî van komkujî û dagirkeriyan helwesta xwe diyar bikin. Ji ber ku ev dewlet zarokên di nava pêçika dayika xwe de jî dikuje.”

‘Erdogan minafiqe û cehnemî ye’

Mela Teha Germiyanî herî dawî jî wiha got: “Destê Erdogan di kuştina xelkê bêsûc û misilman de heye. Li gorî Qûr’anê Erdogan minafiqe û cihê wî cehneme. Ew kesên ku piştgirî û parastina Erdogan dikin jî minafiqin û cehnemî ne. Niha jî gelek xelkê kurd hene ku Erdogan weke misilman nîşan didin. Gelo çima ew xelk vê dagirkerî û komkujiyên Erdogan ên li ser gelê kurd nabînin?” GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar