Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Erdogan tengav bûye

Civîna G-20 dûrî bendewariyên ku dihatin kirin derbas bû. Çavê gelek aliyan li ser vê civinê û nîqaşên ku wê di civînê de bihatana kirin bû. Lê civîn di asmosferekî pir sar û mesajên nerm de hat derbaskirin. Her çiqas ji bo hin aliyan ev civîn tu wate nedabe avakirin jî, ji bo hin dewletên ku dixwazin ji xwe re rojevekê ava bikin jî bû mijarek baş. Di vê civînê de yê herî xwest ku reklama xwe bike û bi vê ve li gor xwe rojavekê ava bike Tirkiye bû. Bi taybet hevdîtina di navbera Erdogan û Trump ji hêla ragihandina tirk ve gelek hat bikaranîn û ya ecep jî ew e ku tiştên ku wan dixwest bibîhîsin tenê dîtin. Lê di rastiyê de di wê hevdîtinê de gelek tişt hatine gotin. Tiştên hatine gotin jî ez bawer dikim ku Erdogan nerehet kiriye.

Hevdîtina di navbera Erdogan û Trump de gelak hat nîqaşkirin. Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî civîna G-20 derket pêşberî kamera û di derbarê mijara ku herî zêde dihat merak kirin de nirxandinek kir; “Tirkiye xwest di dema Obama de ji Amerîkayê fûzeyên Patrîot bikire lê nefirotin. Xwestin Patrîotan bikirin lê Obama got ‘na’ herdem gotin ‘na’ lewma Tirkiye ji bo parastina xwe berê xwe da Rûsyayê û dixwaze S-400’an bikire.”

Ji hêla gelek aliyan ve, ev nirxandina Trump wek mesajek pozîtîf hat nirxandin. Bi taybet ji aliyê Tirkiyeyê ev nirxandina Trump wek nermbûna Amerîkayê bi lêv kirin û di heman demê de wek serkeftina xwe jî dan nasîn. Bêgûman mijarê wisa girîng û ji bo dewlatan di asta stratejîk de tên destgirtin, mirov nikare bi nirxandinekê tenê bigire dest û li gor wê nêzîkatiyên dewleta ya bi hev re binirxîne. Bi taybet ên ku Trump ji nêz ve dişopînin wê bibînin ku ew di demên cûda de carna nirxandinên wisa dike. Lê pêwîst e mirov van nirxandinan perçeyekî polîtîkaya Amerîka û bi taybet jî stratejiya Amerîkayê ya ji bo Rojhilata Navîn nebîne. Yên wisa binirxînin dê têkevin valatiyek mezin.

Piştî daxuyaniya Trump ji Qesra Spî jî daxuyaniyek hat dayîn; “Serok Trump di derbarê daxwaza Tirkiyeyê ya kirîna fûzeyên S-400’an de xemên xwe aniye ziman û ji Tirkiyeyê daxwaz kiriye ku pêwîst e Tirkiye di çarçovaye hevkariya parastian peymana NATO’yê de bi Amerîkayê re di nav hevkariyê de kar bike.” Di daxuyaniya ji hêla Qesra Spî ve hatî dayîn de dîsa tê gotin ku di civînê de û di hêla ragihandina giştî de Trump bi zimanekî hîn hişktir Erdogan hişyar kiriye. Bi van daxuyaniyan ve tê diyarkirin ku di vê mijarê de Amerîka hîn li ser ya xwe ye. Nîqaşên di civîna G-20 de li pêşiya kamerayan hatine kirin dê ji bo Tirkiyeyê nebe rêya çareseriyê. Lewma wisa diyar dike ku wê zextên Amerîkayê li ser Tirkiyeyê hîn berdwam bikin. Bêguman NATO jî wê li ser Tirkiyeyê zextên xwe zêdetir bike. Bi van zextan ve jî mirov dikare bêje Rûsya digihêje armanca xwe. Ji ber ku siyaseta îro rêvebiriya Kremlîn dide meşandin mîna siyaseta rêvebiriya Rûsyayê ya di Şerê Cîhana 2’yemîn de ye. Ew bes berjewendiyê xwe difikirin û ji derveyî xwe kesî aligirê xwe nabînin. Peyman û hevkariyên ku çêdikin jî hemû demkî ne. Lewma pêwîst e Tirkiye jî nebêje me bi Rûsyayê re peymanên stratejîk îmze kirine. Ne Rûsya û ne jî Amarîka wê ji bo Tirkiyeyê xwe navêjin nav agir. Lê ji bo wan ger Tirkiye li pêşiya azadî û starteya wan bibe asteng ne partnerekî ku nikaribin devjê berdin.

Wisa diyar e ku dê Tirkiye di ya xwe de bixwaze israr bike. Sedema vê israrê jî ber ku Tirkiye ketiye nav rewşekî pir çetrefîlî û nikare xwe zû ji vê rewşê xelas bike, neçarî vê israrê bûye. Ji aliyekî ve Amerîka ku îro pêşengiya hêza global dike, ji hêla din ve jî Rûsya ye. Tirkiyê ketiye rewşekî wisa zehmet ku êdî nikare gotina van her du dewletên mezin li erdê bixe. Lewma çavê rayedarên tirk li lîstikan e. Bi lîstik û komployan ve siyaseta sedsala bîstemîn nayê kirin. Ger Tirkiye di vê mijarê de li gor rastiya hêza xwe ya siyasî, aborî, leşkerî û civakî tevnegere wê winda bike. Pêwîst e di serî de gelê tirK û hemû gelên ku di nav sînorê Tirkiyeyê de bi hev re dijîn nehêlin ku Erdogan êdî Tirkiyeyê ber bi xirabûnê ve bibe. Ji ber ku her roja diçe Erdogan hîn pirtir bi egoya xwe tevdigere. Erdogan ji bo egoya xwe tatmîn bike jî bê kontrol tevdigere. Wisa diyar e ku yên Derdora wî jî, ji tirsan nikarin bêjin “Qiral taziye” lê wê rojekê yek derkeve û rastiyan bibêje. Wê demê jî, êdî wê kes nikaribe hesabê siyaseta binketina ku bi Tirkiyeyê daye windakirin bide.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar