PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Li dijî çerxa pişaftinê berhemeke nû: Serê Şevê Çîrokek

Nivîskar Selîm Temo vêcarê jî bi pirtûka ‘Serê Şevê Çîrokek’ derket pêşberî xwînerên xwe. Temo di vê pirtûka ku ji bo zarokên kurd nivîsandî de cih dide 366 çîrokên aîdê neteweyên cuda

Pirtûka ‘Serê Şevê Çîrokek’ ku ji aliyê nivîskar Selîm Temo ve hatiye amadekirin, ji Weşanên Darayê hate çapkirin. Di vê pirtûkê de çîrokên aîde gelek neteweyan hatine bicihkirin û bi giştî jî pirtûk ji 366 çîrokan pêk tê.

Temo têkildarî pirtûkê got ku di dema amadekirina pirtûkê de, wan çîrok di çarçoveyeke pedagojîk de nirxandiye û xwestine ku wêneyên di pirtûkê de cih digirin, xwedî atmosfereke kurdewar bin. Temo wiha didomîne: “Bi vî awayî me 366 xewnên bi kurdî berpêşî zarokên xwe yên di nav çerxa asîmîlasyonê de ne kirin.”

Di berdewamê de jî Temo destnîşan kir ku tenê ne zarok, dê û bav jî bi asîmîlasyonê re rû bi rû dimînin û wiha pê de çû: “Lewma li ber serê zarokan hebûna pirtûka Serê Şevê Çîrokek, hem girîng e û hem jî watedar e. Li ber wî seriyê ku dibistan û tv’î nikarin xwe bigihîninê, dê dê-bav û zarok bi tenê bin û dê ev pirtûk wan ber zimanê wan ve bibe. Kî çi dizane belkî dê û bavên çîrokên bi kurdî ji zarokên xwe re bixwînin jî bi kurdî xewnan bibînin. Ev pirtûk ji bo zarokan xewnên bi kurdî wehd dike. Xewna azadiyê jî li benda kêlîka xwe ye.”

‘Eleqeya zarokan a ji bo pirtûkê zêde ye’

Nivîskar Selîm Temo wiha bi dawî kir: “Jixwe ev çend meh e pirtûk derketiye. Eleqeya zarokan a ji bo wê baş e. Li ser medyaya civakî hin kes parve dikin ku pirtûkê diyarî malbatên zarokên wan çêdibin dikin. Ji xeynî vê tişta zêde pê kêfxweş bûm jî li Rojava eleqeyeke zêde ji bo pirtûkê heye. Ev eleqe jî dike ku em di çapa nû de bêhtir baldar tevbigerin. Nexasim jî rexne ji bo zimanê çîrokan tên kirin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar