Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Jin ji tunebûnê hebûnê diafirînin’

Jina bi navê Cemîle Muhemed a ji Efrînê û niha li Kampa Berxwedanê ya Şehbayê têkoşîna xwe ya jiyanê didomîne, diyar kir ku ew li kampê bi awayekî cuda berxwedana xwe ya li dijî dagirkeriyê didomînin û destnîşan kir ku jinên Efrînê li kampê ji tunebûnê hebûnê diafirînin

Di encama êrîşên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wî yên li ser Efrinê de gelek mal û milkên welatiyan hatin talankirin. Bi hezaran kes ji cih û warê xwe koç kirin û li herêma Şehbayê li Kampa Berxwedan bi cih bûn. Gelê Efrînê ku 58 rojan a li hember balafirên dewleta tirk  li ber xwe dan, îro bi rêbazên cuda ev berxwedana xwe li hember zehmetiyên jiyanê didomîne.

Jina bi navê Cemîle Muhemed a 45 salî ye, li Kampa Berxwedanê ya Şehbayê dimîne xebatê dirûtina cil û bergan dike û bi vî awayî li dijî her cureyên zehmetiyan li ber xwe dide.

Muhemed wiha qala têkoşîna xwe ya jiyanê kir: “Dema mirov ji cih û warê xwe derdikeve helbet jiyan zehmet dibe. Ji kêmbûna peydakirina alavên jiyanî, derfetên dîtina kar wê demê mirov mecbûr dibe li rêbazên nû bigere û jiyanê ji nû ve li gorî demê biguhere. Dîsa careke din afirîneriya jinê derdikeve pêş ku her tiştî li gorî pêwistiyên malbat û zarokên xwe peyda bike û hemû derfetên xwe bi kar bîne ku li ser pêyan bimîne. Ji bo wê jî em tim dibêjin jin afirînera jiyanê ye.”

‘Em hebûna xwe diparêzin’

Her wiha Muhemed destnîşan kir ku mirov ji bo li ser pêyan bimîne her dem têkoşîn pêwîst e û wiha got: “Xebata me ji keda destê me ye. Ji naylonên plastîk em çenteyan li ser destê xwe çêdikin û paşê difiroşin kesên ku dixwazin ji xwe re bikirin. Gelek caran em ji xelkê kampê re jî çêdikin bê ku em pere  ji wan  bigirin, ji ber armanca me ya esasî em alîkariyê bidin hev û bi hev re berxwedana xwe bidomînin. Ji ber niha em hebûna xwe diparêzin. Hêviyên me rizgarkirin û vegera Efrînê ye. Jinên Efrînê ji bo vegerin ser axa xwe ji zehmetiyan re dibin bersiv û berxwedana xwe bi vîneke xurt didomînin. Jin ji tunebûnê hebûnê diafirîne.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar