Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Malbatên şehîdan: Divê gelê Başûr piştgiriyê bide gerîla

Malbatên şehîdan ên başûrê Kurdistanê bertek nîşanî dagirkeriya dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê dan û diyar kirin ku PDK alîkariyê dide dagirkeran. Malbatên şehîdan da zanîn ku ji bo parastina welat ew amade ne ku şer bikin û bang li gelê başûrê Kurdistanê û siyasetmedaran kirin ku li dijî dagirkeran, piştgiriyê bidin gerîla û Qendîlê

Bertekên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û hevkariya PDK’ê ya bi artêşa tirk re her ku diçe zêdetir dibin. Têkildarî mijarê malbatên şehîdan ji Rojnewsê bi Botan Germiyan re axivîn û bang li temamiya gelê Başûr kirin ku li dijî dagirkeriyê, piştgiriyê bidin berxwedan hêzên gerîla.

Der barê mijarê de birayê şehîd Berxwedan Germiyanî (Hîwa Ehmed) ku di 13’ê îlona sala  2013’an de li gundê Til Eyid ê rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî çeteyên El Nusrayê de şehîd bibû, Elî Ehmed anî ziman ku her ku diçe li ser xaka başûrê Kurdistanê dagirkeriya dewleta tirk berfirehtir dibe. Ehmed da zanîn ku dewleta tirk sewqiyetên leşkerî ber bi herêmê ve dike û wiha domand: “Desthilatdariya herêmê netenê bêdenge, heta ku alîkariya artêşa tirk jî dike. Bi taybet çekdarên PDK’ê baregerên artêşa tirk ên li başûrê Kurdistanê ji kîna xelkê diparêzin.”

‘Li tu beşên Kurdistanê em dagirkeriyê qebûl nakin’

Di berdewamê de jî Ehmed diyar kir ku ew weke malbata şehîd Berxwedan Germiyanî dê rê nedin tu dagirkeran ku axa wan dagir bikin. Ehmed destnîşan kir ku şehîdê wan ji bo pîroziya axa çar parçeyên Kurdistanê xwîna xwe daye û wiha pê de çû: “Em destûrê nadin ku dagirker xaka me dagir bikin. Em amade ne ku li dijî dagirkeran şer bikin. Li tu beşên Kurdistanê em dagirkeriyê qebûl nakin. Ez bang li partiyên siyasî û civaka başûrê Kurdistanê dikim ku bibin yek û rê nedin dagirkirina Kurdistanê. Em ji partiyên siyasî û gelê Başûr dixwazin ku li dijî dagirkeriyê, piştgiriyê bidin hêzên gerîla û Qendîlê.”

Xwestin ku Başûr xwedî helwest be

Malbata şehîd Nebîl Selah a li navçeya Kelar a Germiyanê jî bertek nîşanî dagirkeriya dewleta tirk da û daxuyand ku ew dixwazin temamiya gelê kurd li dijî dagirkeriya dewleta tirk xwedî helwest be. Malbatê da zanîn ku gelê kurd ji bo xaka Kurdistanê bi hezaran şehîd dane û gel ji bo ku axa wan pêşkeşî dagirkeriyê bê kirin ev şehîd nedane. Malbatê herî dawî jî bang li partiyên siyasî û civaka Başûr kir ku ji bo parastina xaka welat, bikevin nava hewldanê. GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar