Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ya herî girîng çareseriya pirsgirêka kurd e

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, beşdarî “Komxebata Perwerdehiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratik” bû. Temellî diyar kir ku mirovan bi hilbijartina 31’ê adarê ya Rêveberiyên Herêmî bêhna xwe stend û wiha got: “Serokomar Erdogan dibêje ‘Pirsgirêka kurd tune’ Em jî dibêjin pirsgirêka kurd heye. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pirsgirên din çareser nabin.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li wanê “Komxebata Perwerdehiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk” li dar xist û civîna komxebatê didome. Komxebata perwerdehiyê 2 rojên ewil bi tevlêbûna hevşaredarên jin dest pê kir. Di roja 3’yemîn de jî bi tevlebûna hemû hevşaredarên HDP’ê berdewam dike. Komxebat wê sibê jî bidome. Di komxebatê de Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, parlamenter û rêveberên HDP’ê amade bûn.

Komebata li otelek li Wanê 3 rojin didome civîna îro bi axaftina Hevşaredarê Wanê Mustafa Avci dest pê kir. Avci anî ziman ku Qeyûman deynekî pir zêde li pey xwe hiştin û çûn û wiha got: “Divê ev deyn ji bo me ne hincet bin. Divê me soza daye gelê xwe pêk bînin.”

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku di Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31’ê adarê de hamleyek pir girîn pêş xistin û wiha got: “Me bi vê hamleyê berê siyaseta Tirkiye guhert. Tirkiye 17 salin bi hişmendiya yek mirovî hatiye hepiskirin. Me di hilbijartina 31’ê adarê de ji vê yekê re got raweste. Armanca me ne tenê li Kurdistanê qezençkirina şaredariyan û li Rojava windakirina faşîzmê. Armanca me siyaseta li Tirkiye ku dijberiyê ava dike bi dawî bikin û siyaseta demokratîk ava bikin. Me xwest nefesekê bidin mirovan. Me bi vê hilbijartinê nefes da mirovan.”

Pirsgirêka kurd heye

Temellî diyar kir ku mirovan bi hilbijartina 31’ê adarê ya Rêveberiyên Herêmî bêhna xwe stend û wiha domand: “Serokomar Erdogan dibêje ‘Pirsgirêka kurd tune’ Em jî dibêjin pirsgirêka kurd heye. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pirsgirên din çareser nabin. Bloka 17 salin li ser îktidarê ye û feraseta yekperest pêş dixe, ne tenê li Îmraliyê tecrîdê pêş xist. Li hemû Tirkiye tecrid belav kir. Niha dibêjin ‘Pirsgirêka kurd tune’ Em dibêjin însaf! Bi vê siyasetê rê nameşe. Heta ku ev pirsgirêk çareser nebe tu pirsgirêk li Tirkiye çareser nabin. Divê li ser mafê wekhev em pêşeroja xwe ava bikin. Divê em li welatê hevpar û komara demokratîk ava bikin. Ji bo vê yekê jî pêdivî bi makeqanûnek nû heye. Niha dem dema îtîfaqa demokratîk.” WAN

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar