Li navçeya Licê ya Amedê di serdegirtina malê de kesê ku hatibû binçavkirin û piştre hate girtin
Operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî gelê kurd berdewam dike. Rojane bi dehan welatiyên kurd ji aliyê hêzên dewletê ve tên binçavkirin û girtin. Di çarçoveya van operasyonên qirkirina siyasî de li Licê ya Amedê leşkerên tirk girtin ser malekê kesê bi navê Ş.O girt.
Ş.O yê ku ew birin Fermandariya Jendirmeyan a Navçeyê, ew sewqî edliyeyê kirin. Ş.O bi îddîaya ‘alîkarî daye rêxistinê’ hate girtin. AMED