HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Mareyê li dijî çeteyên dewleta tirk çalakî pêk anîn. HRE’yê destnîşan kir ku di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kirin ku hêzên wan li Mareyê li hemberî hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî pêk anîn.
HRE’yê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku hêzên wan di 4’ê tîrmehê de li Mareyê li hemberî seyareyeke leşkerî ku gelek çeteyên girêdayî artêşa tirk tê de bûn, çalakiyek li dar xistin. HRE’yê daxuyand ku di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn. ŞEHBA