Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Alzetanî: Dewleta Tirk hevkarê DAÎŞ’ê ye

Siyasetmedar ê ji Zanîngeha Eskenderiyê Celal Alzenatî tevilê forma têkoşîna navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê bû û got: “Hinek welat hene hevkariyê didin DAÎŞ’ê yek ji van jî Tirkiyeye.”

Forma têkoşîna navnetweyî ya li dijî DAÎŞ’ê ya ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk ve li bajarê Amûdê tê lidarxistin bi nirxandin û nîqaşan dewam dike.

Ji Zanîngeha Eskenderiyê Siyasetmedar Celal Alzenatî, nêrînên xwe yên li ser forma têkoşîna navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê ji ANF’ê re nirxand. Alzenatî anî ziman ku tevî cudahiya ziman û neteweyên di formê de cihê xwe girtine ramana hevpar ewe ku DAÎŞ ji bo hemû kesî metirsiye. Alzanatî got: “Hinek welat hene bi teqezî piştevaniya terorê dikin û yek ji van welatan jî Tirkiyeye. Naxwaze Rojhilata Navîn aram bibe.”

Siyasetmedar Celal Alzetanî bal kişand ser rêya ku Serokomarê Tirk Erdogan li ser diçe û got: “Ev rê wê dawiya dewleta Tirk bîne. Li vir em naxwazin qala gelê Tirkiye bikin lê rêveberiya siyasî wê dewletê têk bibe.”

TÊKOŞÎNA QSD’Ê YA LI DIJÎ DAÎŞ’Ê PÎROZ E

Li ser hucreyên razayî û di warê leşkerî ya tinebûna DAÎŞ’ê jî siyasetmedar Alzetanî ev nirxandin kir: “Têkoşîna ku QSD’ê li dijî DAÎŞ’ê kir pîroz e. Lê hucreyên razayî yên DAÎŞ’ê û hişmendiya wê ya heyî hê bi dawî nebûye. Ev jî divê bi karekî hevpar di nava cîhanê de bê kirin. Di vî warî de rola perwerde û ragihandinê ya di nava gel û guhertina hişmendiyê pir girînge ku heta bi temamî DAÎŞ ji kokê ve bidawî bibe.”

‘DERFETÊN DARIZANDINA DAÎŞ’Ê LI ROJAVA HEYE’

Celal Alzetanî bal kişand ser darizandina çeteyên DAÎŞ’ê ya li Rojava û wiha pêde çû: “Derfetekî pir zêde heye ku DAÎŞ li Rojava bê darizandin. Ji ber ku Rojava di warê ol, netew û pir çandiyê de xwedî taybetmendiyeke çêkere û em dibînin bê nakokî bi hev re dijîn. Ev mînakeke kevneşopiya Rojhilata Navîn e.” AMÛDÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar