Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ciwantî û rola demê

Ciwanî di xwezaya xwe de lêgerîn û lêkolîner e. Dema em civakê bişibînin amûrekî teknîkî, pênaseya ciwan hêza motora wê ye wê ne şaş be û pênaseyeke di cih de be. Ji ber ku siberoj û dahata wê bi hêza wê şekil digire û bi rê ve diçe. Rola wê ya diyarker a ji bo dahatê jî bi wê dibe. Em dibînin di nava her êl, qewm, eşîr û heta digihêje civakê de bandora ciwanî ya diyarkirina qedera wê çiqasî diyarker e. Ji bo wê ye divê em bikarin di ciwaniyê de hêza xwe ya heyî li gorî demê bimezêxin û berhemek baş jê bigirin.

Ciwan xwedî hem taybetmendiyê çêker û hem jî xirabker e. Ji ber ku ciwaneke bê rêxistinkirî weke çekeke atomî qirker û felaket e. Dema bi rêxistinkirî û zana be jî ji bo pêşîgirtina wê hêza qirker ewqasî bi bandor û avaker e. Em dibîn ji bo ciwanên kurd bê xirakirin û ji rastiya wê ya serhildêr bê dûrxistin çawa dewlet destê xwe li noq û stûyê wan alandiye, her gavê difetisînin. Ji bo li pey azadî û lêgerîna civaka xwe neçe bi her cûre kiryarên qirêj ên weke tiryak, fuhûş, dizî û talanê… bikar tîne û dikuje. Dewleta tirk ji ber dibîne ku ciwanek rêxistinkiriye, hema wî dike hedefa xwe û bi ser de diçe. Dewlet ciwanê nezan, cihali ji bo xwe hildibijêr e. Ji bo wî ew bikêrhatiye. Ji bo li dijî wî ranebe, desthilat û serweriya wî nepirse ew ji bo wî baş e. Lewra dewletê ji bo kurdan pênaseya ‘Kurdê baş, kurdê mirî ye’ kiriye. Ev gotin hema bi xwe nehatiye kirin.

Navenda şerê taybet ê dewleta tirk ji bo ciwanan ji têkoşînê dûr bixin her tiştî dikin. Di nava van kiryarên ciwanan dikin hedef de, fêrî dizî kirin, sîxûrtî, dîsa fuhûş û heta xiyanetê li mal û welatê xwe dike heye. Pergala dewletê kolekirina ciwanan û şehtkirina wê ye. Ev rêbaza dewletê ya pêşîgirtina ciwanan a tevlibûna Tevgera Azadiyê ye. Ji bo vê ye divê her ciwanekî kurd li bersiva pirsa ‘Ez kî me’ bigere û li gorî wê tevger bigere. Dîsa ji bo li dijî dagirkeriyê bikeve tevgerê pêwîst nake ku destûr ji hinekan bixwaze. Serî rakirina li dijî zilmê û dagirkeriyê di xwezaya ciwantiyê de heye. Ev taybetmendiyeke yê neguher ê ciwaniyê ye.

Ciwanên ku vê yekê dibînin û li dijî wê radibin, li her derê di hedefê de ne. Çawa ku li Tirkiyeyê ciwan di hedefa rejîma AKP-MHP’ê de ne, li başûrê Kurdistanê jî di hedefa desthilata PDK’ê de ne. Di demên dawî de helwestên gelek kesên qaşo xwe siyasetmedar û welatparêz didin nîşandan derdikevin pêş ku hebûna hêzeke ciwanan a li dijî dagirkeriyê derketî şaş e û li dijî yekrêziya hikûmeta Herêma Kurdistanê pênase dikin. Ev yek dikeve berjewendiyê dijmin û heta astekê dibe hevkarî. Çima bang nakî ku pêşmergeyên ku rûmeta kurdan in dibin nobedarên dagirkeriyê, dev ji vê helwesta xwe berdin, her wiha bang li Serok Hikûmetê Nêçîrvan Barzanî nakîn ku li dijî dagirkeriyê rabe, nebe hevkarên dijmin û li dijî kurdan şer neke. Bi gotinên ne ji hevkariyê dûr hebûna komên ciwanan ên li dijî dagirkeriyê şer dikin rexne dike. Li şûna van gotina, divê wan ciwanan silav bikin û piştevaniyê bikin. Ew ciwan a ku hikûmetê nekir, ew dikin. Hikûmet niha bi fermî jî nebe nobedariyê ji leşkerên tirk re dike û anîna başûrê Kurdistanê dagir dikin, lê ew ciwan dest dane çekê û li dijî mêtingeriyê li rûmet û kerameta xwe xwedî derdikeve. Ji bo parastina welat ciwan destûrê ji kesê naxwaze. Ji xwe wisa be rola wî ya ciwantiyê namîne.

Li gel van kesan jî çapemenî û TV’yên girêdayî hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê wisa didin nîşanda ku ne Tirkiye herêmê dagir dike PKK bi destê van koman dixwazin başûrê Kurdistanê dagir bike. Bi vê yekê dixwazin gel li dijî van rakin. Lê heta niha tevî hemû gotin û kiryarên wan gel nerazîbûn nîşan nedaye heta li gelek cihên sînor piştevaniya van ciwanan dike. Ev jî bûye derd û kulek ketiye ser dilê PKD’ê û rêveberên wê. Ji bo wê ye lêgerînên wan ên ji bo zeftkirina van ciwanan pir zêde bûye.

Ji bo wê ye, di serî de divê hemû ciwanên kurd ji vê helwestê hêzê bigire û derfet bibîne vê hêzê zêde bike. Ev helwestekî netewî û rola demê ya ciwantiyê ye. Kobanê bi ciwanan hate rizgarkirin. Şengal bi ciwanan hate rizgarkirin û şoreş bi ciwanan dibe. Di şoreşa nû ya gerîla de rola ciwanan diyarker e, lewre her cihê dijmin lê divê ciwan rabe…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar