PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Têkildarî kuştina Toksoy û Akgul îdiayeke sosret

Welatiyên bi navên Ramazan Toksoy û Abdulsamet Akgul ku biryara wan a girtinê hebû, dema ku dixwestin derbasî başûrê Kurdistanê bibin bi bombebarana artêşa tirk hatin kuştin. Xizmên Toksoy û Akgul da zanîn ku şaredarê AKP’ê Mehmet Cuneyt Aksoy beriya hilbijartina 31’ê adarê hatiye gund û li hemberî dengê şêniyên gund, soza betalkirina biryara girtinê ya Toksoy û Akgul daye. Lê şaredar şênî xapandine û biryara girtinê nehatiye rakirin

Di 16’ê hezîrana îsal de li Newala Qoriyê ku di navbera Kerboran a Mêrdînê û Hezex a Şirnexê de ye, di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên artêşa tirk de pevçûn derket. Li ser vê yekê jî artêşa tirk herêm bombebaran kiribû. Di êrîşê de welatiyên bi navên Ramazan Toksoy ku bavê 5 zarokan e û Abdulsamet Akgul jî jiyana xwe ji dest dan. Serdozgeriya Komarê ya Êlihê der barê Toksoy û Akgul de lêpirsîn dabû destpêkirin û xwestibû ku her du jî bên girtin. Demek berê jî leşkeran bi ser mala Toksoy û Akgul a li gundê Werzîkê yê Kerboranê de girtibûn. Welatî ji bo ku neyên binçavkirin, li herêmê xwe vedişartin û dixwestin derbasî başûrê Kurdistanê bibin.

Têkildarî mijarê hê jî rayedarên dewletê tiştek negotiye. Der barê mijarê de xizmên Toksoy û Akgul agahiyên balkêş dan. Xizmên Toksoy û Akgul wiha dibêjin: “Beriya hilbijartina 31’ê adarê, heyeteke ku ji Mehmet Cuneyt Aksoy ê ji AKP’ê bû şaredar, fermandarên cendirmeyan û çend kesan pêk dihat hatin gundê Werzîkê. Heyetê ji şêniyan gund re got ku ‘Ger ji bo AKP’ê ji gund ji sedî 30 deng derbikeve em ê biryara girtinê ya li ser Toksoy û Akgul rakin. Tenê di hilbijartina herêmî de deng bidin AKP’ê.’ Gundiyan jî xwestin ku ji bo vê belgeyekî bidin wan.”

Bi Toksoy û Akgul re hevdîtin kirin

Hat ragihandin ku namzetê AKP’î Mehmet Cuneyt Aksoy, beriya hilbijartinê li îstasyoneke petrolê tevî cendirmeyan bi Toksoy û Akgul re hevdîtin kiriye. Hat diyarkirin ku li vir jî li GBT’ya Toksoy û Akgul hatiye nihêrîn û biryara girtin û binçavkirinê ya li ser wan hatiye rakirin. Li ser vê Toksoy û Akgul jî plana xwe ya ji bo derkevin derveyî welat betal dikin. Di hilbijartinê de li gund AKP ji sedî 50 deng digire. Lê piştî hilbijartinê diyar dibe ku biryara girtinê ya li ser her du kesan nehatiye rakirin. Li ser vê yekê jî Toksoy û Akgul hewl didin derkevin derveyî welat.

Cendirmeyan gef li malbatan xwar

Toksoy û Akgul di serî de xwe di şikeftekê de vedişêrin. Lê her duyan jî di bombebarana li herêmê de jiyana xwe ji dest da. Malbatên Toksoy û Akgul bertek nîşanî şaredarê AKP’ê dan ku soza xwe bi cih ne anî. Li ser vê yekê jî qereqola cendirmeyan bangî xizmên Toksoy û Akgul kirin û bi gefan xwestin ku malbat lêborînê ji şaredarê AKP’ê bixwazin. Hat hînbûn ku dê xizmên Toksoy û Akgul giliyê kesên tiliya wan di vê bûyerê de heye bikin. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar