Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Bi hinceta ‘Gotinên Ocalan tê de hene’ dest danîn ser pirtûka Bayhan

Ji bo pêşnûmeya pirtûkê ya nivîskar Zekî Bayhan ku bi hinceta ‘Gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê de hene’ dest danîbûn ser, dadgehê biryara got; ‘Ne li gorî hiqûqê ye’ û biryara îadekirinê da

Nivîskar Zekî Bayhan ku li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê tê girtin, xwest ku nameyeke biteahûd û pêşnûmaya pirtûka xwe ji hevalekî xwe re bişîne. Lê belê Komîsyona Xwendinê ya Girtîgehê dest danî ser name û pêşnûmaya pirtûka wî. Desteya Disiplînê ya Girtîgehê jî di heman rojê de bi hinceta ‘Îfadeyên rêxistinî yên ji bo perwerdehiya îdolojîk a endamên rêxistina terorî tê de hene’ biryar da û pêşnûmaya pirtûkê neda Bayhan.

Li ser vê yekê jî Bayhan li 1’emîn Dadgeha Înfazê ya Tekîrdagê îtirazî biryarê kir. Lê belê îtîraza wî hate redkirin. Piştî vê jî Bayhan serî li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Tekîrdagê da. Dadgehê îtîraza Bayhan qebûl kir û ji bo desteserkirina pêşnûmeya pirtûkê got; ‘Ne li gor hiqûqê ye’ û xwest ku pêşnûmeya pirtûkê bidin Bayhan.

Dadgehê Bayhan mafdar dît

Ji ber Bayhan di pêşnûmeya xwe de cih daye hin gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, îdareya girtîgehê dest danîbû ser pirtûka wî. Lê belê dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku di pirtûkê de ji bo tu demê, ji bo tu cihwar, kes û bûyerekê nirxandin nehatine kirin, pirtûkeke teorî û civaknasiyê ye û li ser mirov û civakê hatiye nivîsandin.

Têkildarî mijarê endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Firat Vural axivî û diyar kir ku xebatên bi vî rengî ji hêla kesên ku mirov nizane bê ka asta wan a formasyonê çiye ve tên nirxandin û ev yek jî bi tenêya serê xwe pirgirêke. Vural wiha domand: “Dadgerên înfazê biryarên komîsyonên xwendinê yên girtîgehan rasterast qebûl dikin. Ev jî rê li ber zêdebûna bêhiqûqiyan vedike. Lê belê biryara dadgehê ya der barê muwekîlê min de, tê wateya rakirina astengiyê ya li ber girtiyan. Li girtîgehan girtî di şert û mercên zehmet de berhemên hunerî û civakiyî dinivîsînin û çap dikin. Divê em bêhtir li wan xwedî derkevin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar