Sersaxiyên ji bo endamê Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb li taxa Bextiyar a Silêmaniyê tên qebûlkirin. Îro jî dê welatî li taxa Bextiyar kom bibin û bi meşekê biçin mizgefta Ehmedî Hacî Elî
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) û gerîlayên bi navên Devran û Şahîn, di 5’ê tîrmehê de di encama bombebarana artêşa tirk de hatin qetilkirin. Ji bo Diyar Xerîb li Silêmaniyê konê sersaxiyê hate vedan û malbata Diyar Xerîb sersaxiyan qebûl dike.
Îro jî di saet 13:00’an de li mizgefta Ehmed Hacî Reşîd ya li taxa Serçinar a bajarê Silêmaniyê, ji bo Diyar Xerîb serdanên sersaxiyê dê bên qebûl kirin. Saet di 12:00’an de welatî dê li ber derê mala Diyar Xerîb a li taxa Bextiyarê kom bibin û bi meş biçin Mizgefta Ehmedî Hacî Elî.
Serdanên sersaxiyê dê her roj saet 10:00’an heta 16:00’ê êvarî bên qebûl kirin û dê du rojan berdewam bikin. SILÊMANÎ