Li bajarê Mareyê teqemeniyek li wesayiteke çeteyan hatibû bicihkirin teqiya. Di teqînê de çeteyek hate kuştin û yek jî birîndar bû
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, li Mareyê li wesayita çeteyê bi navê Casim El-Salim teqînekê rû da. Di encamê de çete Casim bi giranî birîndar bû û kurê wê yê mezin ê di “Polîsên Leşkerî” yê çeteyan de bû mirine.
Li gorî agahiyan çete Casim rakirin nexweşxaneya Kilis a Tirkiyeyê. Heta niha tu aliyî teqîn negirtiye ser xwe. MARE