Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Parlamenter Dag û Aydenîz dê derbarê polîsan de gilî bikin

Parlamentera HDP’ê DersÎm Dag ku bi şêwirmendê xwe re hat binçavkirin û parlamentera HDP’ê Salîha Aydenîz a polîsan êrîşê wê kir dê derbarê polîsan de giliyê sûc bikin

Di pêşengiya Meclisa Ciwanên HDP’ê de duh li Amedê bi dirûşma ‘Ji şer re na, em di demokrasiyê de bên gel hev’ ji ber avahiya HDP’ê ya Navçeya Peyasê heta Parka Roboskiyê meş bihata lidarxistin. Lê meş li ser biryara walîtiya Amedê hat qedexekirin. Tevî biryara walîtiyê jî girse xwest bimeşe lê polîsan bi tundî mudaxeleya girseyê kir. Di rageşiya qewimî de polîsan parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û şêwirmenda wê Leyla Akgul û şêwirmendê parlamenter Salîha Aydenîz, Omer Aksoy binçav kir û piştî saetek hatin berdan.

Parlamentar HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz jî bertek nîşanî helwesta polîsan da, lê di vê navberê de polîsan li Aydenîz da û şîdetê pêk anîn.

Têkildarî mijarê Aydenîz axivî, helwesta walîtiyê rexne kir û wiha got: “Walî berpirsê vê şîdetê ye. Polîs ji walî fermanê digirin û ew jî êrîşî me dikin. Polîs her ku li me didin tên parastin. Li gorî zîncîrek fermanê tevdigerin. Walîyê Amedê naxwe û venaxwe serê her kêliyê biryarek qedexeyê datîne pêşiya me. Dem bi dem derketina me ya ji avahiya partiya me ya bajêr jî qedexe dikin. Walî ji fermanên hin kesan re katîbiyê dike. Ne walî ye qey mirov dibêje katib e. Bepirsê her tişta li vî bajarî diqewime walî ye. Dizane biryarên qedexeya dide jî li dijî hiqûqa vî welatî ne. Îktîdarê welat veguherandiye qada şîdetê. Berpirsê van şîdetan bi rêzê îktîdar, walî û emniyet e.”

Aydenîz û şêwirmendê xwe Omer Akosy ji bo rapora lêdanê werbigirin çûn nexweşxaneyê û raporên lêdanê wergirtin.

Aydenîz da zanîn ku ew ê li dijî şîdeta li wan hatiye kirin giliyê sûc bikin.

Her wiha parlementer Dersîm Dag jî anî ziman ku ew ê derbarê polîs û midûrê polîsan de giliyê sûc bikin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar