Artêşa tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî li Efrînê ji bo fikrên DAIŞ’ê û çeteyên din belav bikin perwerdeyê didin
Dewleta tirk a dagirker û komên çete yên li girêdayî wî li Efrînê, der barê fikrên DAIŞ’ê û El Nûsra de perwerdeyê didin bi sedan kesî ku piraniya wan zarok in.
Artêşa tirk û çeteyên wê bi rêya van perwerdeyan hewl dide nasname, çand û baweriya kurdan ji holê rakin. Çeteyê bi navê Şebab El Huda yê dewleta tirk di bin navê perwerdeya îslamê de perwerdeya îdeolojîk a çeteyên DAIŞ’ê dide bi sedan kesî.
Sîvîl tên revandin
Li Efrînê êrîşên hovane yên dagirkeran ên li dijî sîvîlan didomin. Leşkerên tirk ên dagirker li gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê du sîvîl revandin. Hate ragihandin ku sîvîlên hatine revandin Elî Sûltan û kurê wî Mûstafa Elî yên bi eslê xwe ereb in. EFRÎN