Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Peyama KCK’ê ya ji bo Xerîb: Hevkar wê bên cezakirin!

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo malbata endamê Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb peyama sersaxiyê şand. KCK’ê soza cezakirina hevkaran da.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo malbata endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb ê di 5’ê tîrmehê de di êrîşa hewayî ya Tirk de şehîd bûye peyama sersaxiyê şand.

Peyama KCK’ê wiha ye:

“Şehîdbûna hevrê Helmet çawa ji bo we êşeke pir mezine, ji bo me, tevgera me û gelê welatparêz ê Başûrê Kurdistanê jî girane. Eger em bikarin xewn û xeyalên hevrê Helmet pêkbînin, wê êşa me kêmtir bibe. Bi hedef kirina hevrê Helmet, xwestin derbe li Tevgera Azadîxwaz a Kurd û bi taybet jî ya Başûrê Kurdsitanê bixin. Xwedî derketina we û gelê welatparêz ê Başûr û tevahî gelê Kurd li şehîd Helmet wê ji me re bibe çavkaniyek ji bo em xeyalên wî bi serkeftinê encam bikin.

Hevrê Helmet di nava têkoşîna xwe ya 25 salan a Tevgera Azadîxwaz a PKK’ê de, nimûneya kesayeteke şoreşger ya pêşeng bû. Rêveberek dilsoz bû û xoşewîst bû. Ew perwerdeya pak a di nava malbatê de û ji Rêber Apo girtibû wî kiribû xwedî kesayetekî bihêz a exlaqî, siyasî, civakî. Hevrê Helmet, endamê Konseya me ya Serokatiya KCK’ê û endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê bû. Berê jî di nava xebatên Başûrê Kurdistanê de di asta pêşeng de cih girtibû. Di nava PÇDK’ê de mabû, erka serokatiya wê partiyê girtibû ser milê xwe. Erkên xwe bi rêkûpêkî pêk anî bû. Xwedî têgihiştineke bihêz a civaknasiyê bû, ji ber wê her timî perwerde dida gel û hevrêyên xwe. Di çarçoveya pêkanîna yekîtiya netewî de xebateke mezin birêve bir. Bi israrbû li ser fikrên azadîxwaz ên Rêber Apo. Ev êrîş di heman demê de êrîşa li ser xeta fikrî û felsefî ya Rêber Apo ye.

Em xwedî derketina we ya li şehîdê xwe jî pir binirx dibînin. Em soz didin we û tevahî gelê xwe ji bo pêkanîna daxwazên hevrê Helmet û hemû şehîdên rêya azadiyê, emê derbeyên herî giran li dijmin bixin û cezaya nokerên xayîn bidin. Dê armanca hevrê Helmet ku di oxira wê de canê xwe feda kiriye mîsoger serbikeve.”SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar