Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bajar û tenduristî -3

Ji bona tenduristiya bajaran ewil divê parastina xwezayê esas bê girtin. Di avakirina bajaran de divê dar û daristan, deşt û zozan bên parastin, bermahî werin kêmkirin. Divê binesazî gava hate çêkirin xwezayê zêde neêşîne, li gorî pêdiviyê enerjî were hilberîn. Divê di înşakirina bajaran de perspektîfa civaka ekolojîk esas bê girtin û jiyana hemû giyaneweran were parastin. Di vir de av, ax, hewa gerek were parastin û germahî were kontrolkirin. Gava ev pêk hat dê hemû zindî jiyana xwe bidomînin. Bi çend xalan dixwazim mijarê raxînim ber çavan;

·         Divê çavkaniyên xwezayî pir kêm werin bikaranîn.

·         Sepan û kiryarên ku dibin sedema gazên serayê divê bên rawestandin û pêşiya çêbûna karbonê bê girtin.

·         Di veguhestinê de dewsa wesayîtan divê meş esas bê girtin û bajar li gorî vê yekê bên avakirin.

·         Ji bona hilberîna enerjiyê divê ji tavê, bayê û pêlan sûd bê wergirtin.

·         Divê av bêserûber neyê bikaranîn.

·         Avahî, kuçe û kolan divê wisa bên înşakirin ku çûnehatina hewayê asê nekin û dewsa qilîmayê ji bizava hewayê sûd bê girtin.

·         Pêdiviya zad divê ji aliyê niştecihan ve li ser esasa çandiniya organîk di nava bajêr an jî dora bajêr bê dabînkirin.

·         Divê jinûve bikaranîn, jinûve hilberîn û veguherîn esas bê girtin, bermahî dîsa werin bikaranîn.

·         Divê dar bên çikandin û bajar bi rengê kesk werin xemilandin. Cihên keskahî lê zêde hêniktir e pêdiviya qlîmayê kêmtir e, hewa paqijtir e, xweştir tê xwanê û qirêjiya deng kêmtir e.

Parastina xwezayê wê ji aliyê fîzîkî, derûnî, civakî û polîtîk ve bandoreke erênî li ser bajêr bike. Xalên ku ji bona parastina xwezayê me li jorê rêz kirin rasterast bandoreke erênî wê li ser tenduristiya fizîkî bike. Her wiha ji bona tenduristiya derûnî jî wê bibe alîkar.

Di çarçoveya tenduristiya fîzîkî de divê hawirdor bê sererastkirin, pirsgirêkên starbûnê, avê, hewayê, zadê bên çareserkirin û xirecir û radyasyon bên kontrolkirin. Ji aliyê derûnî ve divê qadên jiyanê yên hevpar bêne avakirin, şert û mercên civakîbûnê û xwepêşxistinê werin sazkirin û navendê şêwirmendiyê bên çêkirin. Ji aliyê civakî ve hewce ye derfetên perwerdehiyê, yên xebatê bên dabînkirin. Divê kes û civak karibe bi nasnameya xwe, bi baweriya xwe bijî. Ji aliyê polîtîk ve divê kes an jî civak azad be û desthilatdarî, pederşahî, çînîtî, cihêkarî û zordestî werin rakirin pirçandî, pirzimanî, pirrengî esas werin girtin.

Ji bo tenduristiya bajêr divê xizmetên binesaziyê yên wekî dabînkirina ava paqij û parzûnkirina bermahiyan bên kirin ligel van cihên kesk, baxçe, muzexane, rêyên duçerxeyan, riyên meşê bêne çêkirin. Divê herkes karibe sazî û dezgehên civakî bi awayekî azad bi kar bîne. Divê lêçûn werin daxistin kesên neçar, bêkar, xizan bên xwedîkirin derfetên starbûn û veguhestinê ji wan re bên dabînkirin. Avakirineke bi vî rengî hem pirsgirêkên fîzîkî û hem jî yên derûnî kêm dike. Dive bi feraseteke xêrxwaziyê li van sepan û kiryaran nenêrin wekî mafekî bigehîn bigrin dest. Aboriya komunal divê esas were girtin kîlerên gel, malên tenûrê, cilşûştinxane werin vekirin kooperatîf werin zêdekirin û destekkirin. Ji bona vê yekê divê bi ruhê hevkarî û wekheviyê bê hereket kirin perspektîfeke civakî û demokratîk esas were girtin û li her bajarî rengê jinê derkeve pêş.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar