Hêzên artêşa tirk li zozanên herêma Oranûs a Hîzanê dest bi êrîşeke berfireh kirin. Hat zanîn ku leşkeran gef li şêniyên ku li zozanên xwe dijîn, xwarin
Êrîşên dewleta tirk ên li bakur û başûrê Kurdistanê yên li dijî qadên gerîla berdewamin. Di vê çarçoveyê de artêşa tirk li herêma Oranûs a navçeya Hîzan a Bedlisê dest bi êrîşê kir.
Hat zanîn ku leşkerên dewleta tirk li zozanên Lolan, Karasu, Sutaşı, Mihir û Birisorê gef li welatiyên li zozanan xwe dijîn, xwarin. Li herêmê koçer û welatî di bin gefa leşkeran de ne. BEDLÎS