Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Saziyên ku qeyûm girtin tên vekirin

Hevşaredarên HDP’ê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê piştî ku şaredarî ji qeyûm girt, dest bi sererastkirina wêraniya ku qeyûm li pey xwe hiştî kir. Hevşaredar Bedîa Ozgokçe Ertan têkildarî mijarê wiha got: “Em ê hemû saziyên ku qeyûm girtin, careke din hîn bi xurtir vekin. Başkirina şert û mercên jiyanê ya civakê, erka şaredariyê ye.”

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê piştî ku hatibû tayînkirin, hema hema hemû saziyên jin, zarok, çand û hunerê girtin. Piştî ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şaredarî bi dest xist, kete nava hewldanan ku saziyên hatine girtin careke din veke. Têkildarî mijarê hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan axivî û diyar kir ku wan ji bo sererastkirina wêraniya ku qeyûm li pey xwe hiştî, zend û bend badane.

Bedî Ozgokçe Ertan tayînkirina qeyûman weke derba li dijî vîna gel pênase kir û wiha dom kir: “Ev êrîş divê tenê weke binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê neyê dîtin. Êrîşeke li dijî temamiya qadên jiyanê ye. Qeyûman hemû nirxên civakê hedef girtin û saziyên jinan, çand, huner û zarokan girtin. Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, erka şaredariyane. Her wiha vekirina krêşan, pêkanîna daxwazên civakê û peydakirina derfetan peywira şaredariyê ye. Karê şaredariyê tenê çêkirina rê û kanalîzasyonan nîne. Divê ji bo başkirina şert û mercên civakê jî bibe mekanîzmayeke diyarker.”

‘Em ê saziyên xwe hîn xurtir bikin’

Ertan di berdewamê de jî daxuyand ku dê hemû saziyên ku hatine girtin careke din vebikin û wiha pê de çû: “Mînak; Navenda Çandê ya Nûdayê hatibû girtin. Em ê di nava hefteyekê de avahiyê biselihînin û vekin. Em ê Mala Hêwirandinê ya Jinê jî vekin. Jixwe Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan ku qeyûm girtibû, me vekir. Em ê saziyan xwe hîn xurtir bikin.”

Li gorî pêdiviyan atolye tên vekirin

Di dawiyê de jî Bedîa Ozgokçe Ertan ev tişt anî ziman: “Bi vekirina Navenda Jiyanê ya Jinê re gelek kesan serî lê da. Ev serlêdan hem ji bo tundiyê û hem jî ji bo vekirina qursane. Êdî em ê li gorî pêdiviyê atolyeyan vekin. Di hêla îstîhdamkirin û qada tenduristiyê de jî em ê xebatên xwe xurtir bikin. Em ê ‘JIN Kart’ê derxînîn. JIN Kart ne tenê ji bo veguhestinê, dê di her aliyên jiyanê de jin bikarin bi vê kartê ji xizmetên şaredariyê sûd wergirin. Armanca me ew e ku jin bibin xwedî derfetên avakirina jiyaneke ku xwe tê de dibînin û hîs dikin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar