Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Pirtûkxaneya Reqqayê ji nû ve vedibe

Pirtûkxaneya Navenda Çandê ya bajarê Reqqayê ku di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ‘ê de hatibû talankirin û şewitandin, ji nû ve vedibe û heta niha 7 hezar pirtûk lê kom kirine

Navenda Çandê ya Reqqayê yek ji navendên mezin ên çandê yên Sûriyeyê ye, lê ew jî ji sûcên çeteyên DAIŞ`ê bê par nema.  Çeteyan Navenda Çandê bi temamî rûxand û hemû pirtûkên tê de şewitandin ku hejmara wan zêdetirî 100 hezarî bû.

Navenda Çandê bi armanca ku pirtûkxaneyê ji nû ve veke û pirtûkan lê kom bike, pêngaveke bi navê “Pirtûkekê bide min” dabû destpêkirin.

Hin hezkiriyên pirtûkan, di serdema dagirkirina bajêr de, hin pirtûkên xwe ji çeteyan veşartibûn û piştî rizgarkirina bajarê Reqqayê di cotmeha 2017’an ji aliyê HSD`ê ve, pirtûk vegerandin pirtûkxaneyê.

Berpirsê pirtûkxaneya Navenda Çandê Hemze El Hemzawî diyar kir ku ew pirtûkan ji şêniyên ku nirxên pirtûkan dizanîn kom kirine û wiha got: “Ji destpêka vekirina navendê ve me zêdetirî 7 hezar pirtûk kom kirin. Lê heta niha em nikarin pirtûkan ji bo xwendinê bidin tu kesî ta em arşîva pirtûkxaneyê bi dawî bikin, lê belê derfeta xwendinê heye ku li pirtûkxaneyê bixwînin. ”

El Hemzawî destnîşan kir ku bajarê Reqqayê paytexta kurteçîrokan bû, bi dîrok û rewşenbîrên xwe mîna Ebdilselam El-Ecêlî û bi pirtûxaneya xwe mîna Pirtûkxaneya Bor Seîd ku yek ji pirtûkxaneyên herî kevn e, dihat naskirin. REQQA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar