Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Girtî ji ber tehdeya cendirmeyan dê serlêdana sûc bikin

Li Girtîgeha Tîpa H ya Bursayê dema ku cendirmeyan girtiyên nexweş vediguhestin nexweşxaneyê, di rê de heqaret lê kirin û li girtiyan xist. Girtî ji ber vê zora ku li wan hatiye kirin dê serlêdana sûc bikin

Binpêkirinên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewam in. Bi taybet jî piştî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zextên heyî yên li ser girtiyan hîn bêhtir zêde bûn.

Hat ragihandin ku di çarçoveya van zextan de, cendirmeyan dema ku 6 girtiyên li Girtîgeha Tîpa H ya Bursayê ji bo dermankirinê dibirin nexweşxaneyê, di rê de gotin û kiryarên biçûkxistinê li girtiyan kirine û li girtiyan xistine.

Parêzeran daxuyand ku girtiyê bi navê Îdrîs Başaran ji hêla 4 çawişên pispor ve hatiye derpkirin. Parêzeran got ku di dema hevdîtinê bi muwekîlê xwe re de, muwekîlê wan Başaran bi zor û zehmet dimeşiya. Hat ragihandin ku girtiyên din jî ji bijîşkê nexweşxaneyê xwestin ku tundiya li wan hatiye kirin bike rapor. Lê bijîşkê nexweşxaneyê heman nêzikatiya cendirmeyan nîşan daye.

Hat zanîn ku Baran û girtiyên din ji ber tehdeya li wan hatiye kirin dê serlêdana sûc bikin. BURSA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar