Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Sektora hêkan top avêt

Serokê Yekitiya Hilberînerên Hêkan a Dîlokê Kenan Ûygûr diyar kir ku piştî hikûmeta Iraqê îthalata hêkan daye sekinandin hêkên di dest wan de mane bi zirarê difiroşin

SPOT: Piştî Hikûmeta Iraqê, di meha Gulanê de îthalatkirina hêkan ku ji Tirkiyeyê dikirîn da sekinandin, sektora hêkan tengijî. Ji ber vê yekê qoliya hêkan ku maliyeta wê 13 lîre ye, hilberîner ji mecbûrî li welat bi 5 lîreyan difiroşin.

Serokê Yekîtiya Hilberînerên Hêkan a Dîlokê Kenan Ûygûr destnîşan kir ku ev ji ber qewimînên siyasî wiha bûye. Ûygûr bilêv kir ku Tirkiye li gor lazmatiya 20 ji sedî zêdetir hêkan hildiberîne û Iraq jî tenê 20 ji sedî hêkan hildiberîne û 80 ji sedî jî îthal dike. Ûygûr, diyar kir ku Wezîrê Bazirganiyê Rûhsar Pekcan ji bo vê pirsgirêkê çareser bike çûye Iraqê lê belê ji wî re jî tiştekî zelal nehatiye gotin û got: “Ev yek ji ber têkiliyên siyasî yên di navbera Hikûmeta Iraqê û Tirkiyeyê de û lihevnekirinên bi Herêma Iraqa Bakur wiha bû. Helbet bi awayekî neyekser di ser Sûriye û Îranê re hêk tên şandin. Yanî em dibihîsin bi awayekî qaçax tên şandin. Li Iraqê qoliyeke boksî ya hêkan bi 25-26 dolaran dihat firotin lê belê niha bi 40-45 dolaran tê firotin. Li Tirkiyeyê jî qoliyeke boksî ya hêkan bi 20-21 dolarî dihat firotin lê belê niha bi 10 dolaran tê firotin. Li Iraqê jî gel berê bi 25 dolaran dikirîn niha bi 45 dolaran dikirin. Ev ferqa heyî dikeve bêrîka hin kesan. 20 dolarê zêde dikeve bêrîka qaçaxçiyan.”

Ûygûr destnîşan kir ku ji bo vê rewşê Wezareta Bazirganiyê destek nedaye wan, tenê ji bo destekê Ofîsa Mahsûlên Çandiniyê (TMO) ji bo hilberîneran biryara ku garis bi wadeyeke sê mehî bê firotin girtiye. Ûygûr, bilêv kir ku gelek şîrket jî konkordato îlan kirine û şîrketên konkordato îlan kirine jî mirîşkên xwe ji bo şerjêkirinê şandine. Ûygûr wiha got: “Li cihên şerjêkirin doreke dûr û dirêj heye. Ji ber vê gelek mirîşk bêyî dora şerjêkirinê bê wan dimirin.” Ûygûr, diyar kir ku ji bo ev mesele bê çareserkirin divê cureyên bazarê zêde bibin û got: “Ji bo zêdebûna cureyên bazarê jî divê dewlet di warê lojîstîkê de baş destekê bie me. Bi vî awayî em ne dikarin hilberînê zêde bikin ne jî kêm bikin. Bi vî awayî em dixisirin. Niha maliyeta qoliyeke sê hêkî 13 lîre ye, lê ji ber vê rewşê em bi 5 lîreyan difiroşin.”

Ûygûr xwest di vî warî de dewlet destekê bide wan û rojek berî rojekê gav bavêje. DÎLOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar