Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê tên îşkencekirin

Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê bi rêya malbatên xwe destnîşan kirin ku ev hefteyeke îşkence li wan tê kirin. Girtiyan da zanîn ku gardiyanan di temamiya rojê de li nava qawîşên wan digerin, wan derb dikin, cilên wan diçirînin û yên li dijî vê derdikevin jî dixin hucreyên yekkesî

Saziya Cezayê Înfazê ya Xarpêtê li Tirkiyeyê 4’emîn girtîgeha mezin e. Li bakurê Kurdistanê jî mezintirîn girtîgehe. Ev girtîgeh bi taybet jî ji sala 2017’an ve her tim bi binpêkirinan di rojevê de ye. Li gorî agahiyan, li Girtîgehên Jimar 1 û Jimar 2 yên Bi Ewlehiya Bilind ên Xarpêtê ev hefteyeke îşkence li girtiyan tê kirin û girtiyan dixin hucreyê.

Têkildarî mijarê xizmên girtiyan ên ku bi wan re hevdîtin kirin agahî dan. Yek ji van kesan Rojda Amaç e ku di roja duşemê de bi hevjînê xwe Sînan Amaç re hevdîtin kir. Amaç ev agahî dan: “Hevjînê min got; ‘Ev hefteyeke zextên li ser me dest pê kirine.’ Gardiyan bi şev û roj di qawîşên wan de digerin û belavela dikin. Her wiha li girtiyan dixin û cil û bergên wan diçirînin. Girtiyên ku li dijî vê derdikevin jî tên îşkencekirin û dixin hucreyên yekkesî.”

‘Haya kesekî ji tiştên li wir diqewimin nîne’

Di berdewamê de jî Amaç da zanîn ku wan ji ber van binpêkirinan ji midûriyeta girtîgehê re daxwazname şandine û wiha bi dawî kir: “Lê guh nedan. Haya kesekî ji tiştên li wir diqewimin nîne. Her tim zext û îşkence li girtiyên siyasî yên li Xarpêtê tê kirin. Di serî de wezareta dadê û rêxistinên civakî yên sivîl, divê hemû derdor guh bidin qîrîna girtiyan û li dijî van zextan bikevin nava liv û tevgerê.”

Li ser van agahiyan, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) li girtîgeha Xarpêtê geriyan. Rayedarên girtîgehê nexwestin der barê mijarê de agahiyan bidin. XARPÊT

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar