Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Temellî: Bi rêya sêyemîn re me AKP rawestand

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di Konferansa Rêxistinbûnê ya Herêma Stenbolê de axivî. Temellî got ku pergala serokomariyê li şûna ku pirsgirêkan çareser bike, pirsgirêkên heyî girantir dike û wiha got: “Çareserî di demokrasiyê de ye. Me bi stratejiya xwe ya rêya sêyemîn re desthilatiya AKP’ê da sekinandin.”

Konferansên herêman ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di çarçoveya karên rêxistinbûnê de li dar dixe, bi Konferansa Rêxistinbûnê ya Herêma Stenbolê berdewam kir. Beriya niha jî HDP’ê konferansên herêmên Ege, Çukurova, Derya Reş, Anatoliyaya Navîn û Serhedê pêk anîbûn.

Konferansa li Stenbolê dê du rojan berdewam bike. Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî axaftina destpêkê ya konferansê kir. Temellî bi bîr xist ku HDP ketiye sala xwe ya şeşan û wan siyaseta dewleta tirk ji nû ve ava kirine. Temellî bal kişand ser sîstema heyî ya hikûmetê ku navê ‘Sîstema Hikumetê ya Serokomariyê’ lê tê kirin û wiha got: “Ev pergal li şûna çareserkirina pirsgirêkan, pirsgirêkên heyî jî girantir dike. Çareserî ew e ku em xwe ji pergala heyî xelas bikin û demokrasiyê pêk bînin.”

‘Xeta me AKP rawestand’

Temellî stratejiya HDP’ê ya di referanduma destûra bingehîn, hilbijartinên 24’ê hezîranê û di 31’ê adarê bi bîr xist û wiha dom kir: “Me stratejiyeke xurt pêş xist. Diviyabû ku me mudaxele bikira û me kir jî. Me got dibe ku rewşa heta niha ya wiha be lê nabe ku bi vî rengî êdî berdewam bike. Stratejiya me li dijî dijberbûyînê bû. Me rêyeke sêyemîn destnîşan kir û bi vê yekê re jî me desthilatdariya AKP’ê sekinandin.”

Tecrîda li ser Ocalan

Têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî Sezaî Temellî wiha got: “Me got, divê tecrîd bi dawî bibe. Tecrîd hîn jî didome. Berxwedana birêz Leyla Guven bêguman encamek afirand lê belê tecrîd didome. Ji bo bidawîbûna tecrîdê pêwîstî bi têkoşîna edalet, demokrasî û aştiyê heye. Ji ber tecrîd ne tenê li Îmraliyê ye.”

Bang li hemû derdorên demokrat kir

Di dawiyê de jî Sezaî Temellî wiha got: “Ez bang li hemû hêzên demokrasiyê dikim; werin em hemû bi hev re di nava tifaqa demokrasiyê de li hev kom bibin û desthilatdariya gel bi hev re ava bikin. Lewma divê em konferansên xwe yên rêxistinbûnê ji çarçoveya rêxistiniya saziyî derxînin. Divê em bi aqlê polîtîk binirxînin û bikin ku civak tev li vî karê rêxistinbûnê bibe, mudaxeleyî siyasetê bike. Ji ber vê yekê konferansên me dê rê li ber gaveke girîng vekin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar