Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şêniyên Başûr: Hikûmet çima li hemberî kuştina sivîlan bêdenge?

Welatiyên başûrê Kurdistanê li radyoyên başûrê Kurdistanê digerin û bertekên xwe yên li dijî dagirkeriyê nîşan didin. Welatiyê bi navê Îsmaîl jî tev li radyoya Rûdawê bû û wiha got: “Sivîl tên kuştin, rez û bostanên me tên şewitandin û axa me tê dagirkirin lê hikûmet bêdenge. Divê hikûmet xwedî li gelê xwe derkeve.”

Êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk a li dijî başûrê Kurdistanê ku di 27’ê gulanê de dabû destpêkirin didome. Ji ber êrîşên dewleta tirk heta niha gelek sivîlên li herêmê jiyana xwe ji dest daye û gelek jî birîndar bûne. Her wiha xwezaya başûrê Kurdistanê tê şewitandin û hewla dagirkeriyê dibe sedema gelek ziyanên madî jî. PDK ku bi awayekî aşkera piştgiriyê dide vê dagirkeriyê, li hemberî qetilkirina sivîlan bêdenge. PDK li cihê ku xwedî li hemwelatiyên xwe derkeve, li gorî daxwaza dewleta tirk hewl dide herêmê ji gelê wê xalî bike û wan bêdeng bike.

Lê gelê herêmê li hemberî êrîşên dagirkeriyê bi bertekin. Welatî bi rê û rêbazên cuda hewl didin ku dengê xwe ji cîhanê re ragihînin. Yek ji van rêbazan jî ew e ku welatî bi telefonê li weşanên zindî yên radyoyan digerin. Welatî bêdengiya hikûmetê şermezar dikin û banga parastina herêmê li rêveberiya Başûr dikin.

Gelê herêmê bi berteke

Weke ku tê zanîn demek berê li herêma Kortek a Binarê Qendîlê 3 sivîl bi bombebarana artêşa tirk hatibûn kuştin û 5 jî birîndar bibûn. Gelê herêmê li dijî van komkujiyan gelek bi berteke. Herî dawî welatiyê bi navê Îsmaîl ê ji gundê Zergelê bi telefonê xwe gihand bernameya Radyoya Rûdawê ya ‘Namekatan Gihiştin’ ku ‘Pirsgirêkên Civakî yên Hewlerê’ tên nîqaşkirin. Îsmaîl tiştên bi serê wan hatine vegotin.

‘Çapemeniya Başûr sivîlên ku tên kuştin nake nûçe’

Îsmaîl di axaftina xwede bi bîr xist ku ji ber êrîşên hewayî yên di rojên dawî de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane û ev tişt anî ziman: “Rez û bostanên me şewitîn û sewal hatin kuştin. Çapemeniya herêmê van tiştên bi serê me tên berevajî dike yan jî nabîne. Li Hewlêr û Silêmaniyê gelek sazî û dezgehên çapameniyê hene lê sivîlên ku tên kuştin nakin nûçe. Xaka başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk ve tê dagirkirin lê di serî de PDK, tu partiyekî li herêmê vê yekê şermezar nake.”

‘Hikûmet divê dagirkeriyê qebûl neke’

Herî dawî jî Îsmaîl wiha got: “Em ji ber bombebaranê nikarin biçin nava rez û bostanên xwe. Em nikarin sewalên xwe biçêrînin. Sewalên me tên kuştin. Tu gerîlayekî PKK’ê li van herêmên tên bombebarankirin nînin. Bila bên lêkolîn bikin. Wê demê dê bibînin ku tu gerîlayekî PKK’ê li vê derê nîne. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destûr nede ku dewleta tirk xaka wê dagir bike. Divê gelê xwe li dijî dagirkeriyê biparêze.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar