Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji Sêrtê heta Xakûrkê çalakiyên gerîla

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li gelek deveran li dijî hêzên artêşa tirk çalakiyên bi bandor pêk anîne. HPG’ê diyar kir ku li Sêrtê 3, li Xakûrkê 2 û li Avaşînê jî 2 leşkerên tirk di encama çalakiyên hêzên wan de hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî encamên çalakiyên hêzên wan agahî dan. HPG’ê da zanîn ku hêzên wan li Sêrt, Xakûrk, Avaşîn û li Colemêrgê li hêzên artêşa tirk dane.

Der barê çalakiya hêzên gerîla ya li Sêrtê de HPG’ê ev agahî dan: “Di 30’ê hezîranê de artêşa tirk a dagirker li derdora gundê Dirişkê yê Dihêya Sêrtê bi alîkariya yekîneyên veşartî kemîn danî. Hêzên me demekê ev yekîneye şopand û di 3’yê tîrmehê saet di 03.45’an de di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li vê yekîneyê dan. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa tirk a dagirker bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistin. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistiye jî bi selametî vegeriyaye baregeha xwe.”

Rêzeçalakiyên gerîla

HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li hemberî artêşa tirk hin çalakî pêk anîne û kitekitên van çalakiyan wiha bi raya giştî re parve kirin:

“Di 7’ê tîrmehê saet di 22.20’an de hêzên me li girê Derwêş ê herêma Xakûrkê ji du milan ve li leşkerên artêşa tirk a dagirker dan. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.

Di 9’ê tîrmehê saet di 13.30’an de hêzên me yên YJA-Starê li dijî leşkerên tirk ên li girê Şehîd Tûfan a li Avaşînê çalakiyên sûîqestê li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin, panelên rojê û kamerayên mobeseyê yên li gir jî hatine îmhakirin.

Di 10’ê tîrmehê saet di 07.00’an de hêzên me yên YJA-Starê li dijî leşkerên li girê Şehîd Elîşêr ê Gevera Colemêrgê çalakî pêk anî. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatiye tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa tirk a dagirker bi obus û hawanan li qada çalakiyê daye. Ji ber vê bombebaranê agir berbû daristanê.

Di 11’ê tîrmehê saet di 02.00’an de artêşa tirk a dagirker bi helîkopteran qadên Şehîd Dîren, Şehîd Afat, Satê û Tepê Çeper ên Gevera Colemêrgê daye û piştre li vê qadê operasyon dane destpêkirin. Operasyona li qadê didome.”

Êrîşên hewayî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê herî dawî jî der barê êrîşên hewayî de ev agahî dan: “Di 10’ê tîrmehê saet di 12.00’an de artêşa Îranê bi çekên giran qadên Berbizina, Goşinê û Ornê yên li herêma Biradostê ya li başûrê Kurdistanê bombebaran kir. Di vê êrîşê de kesekî sivîl mir û du kes jî birîndar bûn. Ji ber vê bombebaranê agir bi qadê ket.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar