PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Şitla azadiyê her di nava dilê kurdan de dijî

Gotina Hunermend Elî Temel emelê wî bû. Di pratîka xwe de avakar, damezrîner û rênîşandar bû. Bi stranên xwe yên wekî  “Waye PKK rabû” û “Şitla Azadiyê” rêya azadiyê li ber gelê xwe dixist û vedikir. Ew şitla azadiyê her di nava dilê kurdan de dijî

Dema ku huner tê gotin di serê me civakê de tenê hunera bi çandê ve şênber dibe. Wekî dengbêjî, mûzîkjenî, helbestvanî, wênesazî, bi karanîna amûrên muzîkê û hwd. bêguman ev rastiyek e lêbelê berga hunerê gelekî berfireh e. Ligel hunera çandî di heman demê de hunera şer û parastinê jî heye. Kêm hunermend hene ku bi rista xwe ya hunermendî tevgeriyane û tevdigerin. Lewre berpirsyariya hunermendekî ne ew e ku xwe tenê bi sînorên ji xwe re diyar kiriye hunerê pêş bixin. Bi taybetî dema mijar civakek bindest be û ew civak têkoşîna azadiyê bide ew hunermend pêwîste bi her awayî ji bo serkeftina wê civakê tevbigere. Naxwe ew nabe hunermendê civakê, encax bibe hunermendê derdoreke li derveyî daxwaz, nirx û berjewendiyên civakê tevdigerin. Di nav Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de gelek kesayatên ku mora xwe li dîroka têkoşîna azadiya kurd xistine hene. Bi xebat û têkoşîna xwe ji bo gelê kurd bûne sembol. Di warê şoreşgerî û hunermendî de ji civaka xwe re pêşengî kirine. Yek ji van jî hunermend Elî Temel e. Elî Temel di temenê xwe yê biçûk de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike û li hemberî hêzên dagirker bi huner û şervaniya xwe têdikoşe.

Bi minasebeta salvegera Şehadeta Hunermend Elî Temel me xwest huner, têkoşîn û serpêhatiyên bi nirx bi bîr bixin û bi vê yekê ew ked û têkoşîna ji bo azadiya civaka kurd hatiye dayîn bibîr bînin. Hunermend Elî Temel di 1’ê çileyê 1960’î de li gundê Girêsor ê Dêrikê ji dayik dibe. Dibistana seretayî li gundê Girêsor û dibistana navîn jî li Şemrexê dixwîne. Temel, dema felsefeya Apoyî nas kir xortekî 17 salî ye. Temel dema lîseyê dixwend ji ber mamosteyê wî Kerîm Baytar tevli PKK’ê bû û şehîd ket dev ji dibistanê berda û ji Şemrexê derbasî Qoserê bû. Temel da ser şopa mamosteyê xwe û rêhevalên têkoşer ên mamosteyê xwe Kerîm Baytar ê ku pêşengên PKK’ê Hayrî Durmuş û Ferhat Kurtay nas dikir. Piştî naskirina van pêşengên Tevgera Azadiyê dest bi xebatên çapemenî û weşangeriyê dike. Temel li vir huner û şoreşê pêş dixe û dest bi têkoşîna azadiya gelê kurd dike. Temel jî wekî gelek pêşeng, sempatîzan, şoreşger û welatparêzên kurd piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê di 27’ê çileya 1980’yî de tê binçavkirin. 120 rojan di bin çavan de dimîne. Dijmin dixwaze vîna wî teslîm bigire wî bike îtîrafkar, îşkenceyek giran lê dikin lê belê bi tu awayî teslîm nabe. Dijmin diya wî Gulten jî binçav dikin û li pêş çavên Temel îşkenceyê li diyaw dikin ku wî teslîm bigirin û bikin îtirfkar lê belê Temel bi tu awayî qebûl nake. Piştî ku 4 mehan li girtîgeha Mêrdînê tê girtin wî dişînin Zindana Amedê ya bi îşkence û hovîtiya xwe tê naskirin.

“Waye PKK rabû…”

Li Tirkiyeyê bi pêşengiya şoreşgerên tirk ên wekî Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan, Îbrahîm Kaypakkaya û hwd. têkoşîneke ji bo demokrasî, azadî, wekhevî û birtiya gelen pêşketibû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî li ser wê bingehê ew têkoşîn derbasî Bakurê Kurdistanê kiribû. Dewleta tirk a ku çepgirên tirk bi awayekî hovane qetilkirin û bi darve kirin berê xwe dabû tevgera Apoyî. Lewre rêveçûna polîtîkayên Tirkiyeyê li ser tunekirin û tunehesibandinê bû. Tevgera Azadiya Kurdistanê ya ku bi pêşengiya Ocalan li dijî van polîtîkayan têkoşîn dabû destpêkirin tirsek xistibû dilê dewleta tirk ji rêveberiya wê bigire heta artêşa wê. Li ser vê yekê Fermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Kenan Evren bi darbeyeke leşkerî di sala 1980’yan de dest danî ser rêveberiya Tirkiyeyê. Bi vê darbeya leşkerî bi taybetî jî li ser gelê kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê polîtîkayek tunekirinê hat meşandin. Bi sedan endam û pêşengên PKK’ê, bi hezaran welatparêzên kurd hatin girtin û di îşkenceyên giran re hatin derbaskirin.  Piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê li Zindana Amedê îşkenceyên gelek giran pêk hatin. Ev hovîtiya faşîzma 12’ê Îlonê rastî berxwedaneke bêhempa ya şoreşgerên kurd hat. Şahidên wan rojan bi pirtûkan serpêhatiyên xwe nivîsandin. Helbest û stranên berxwedanê hatin nivîsandin û gotin. Lê ya herî zêde bandor li ser civakê çêkir, helbestên hunermend Elî Temel bûn. Elî Temel bi helbest û stranên xwe şopek kûr di hiş û mejiyê civakê de hişt. Gelek stranên di roja me ya îro de jî ji aliyê hunermendan tên gotin ên li ser berxwedana şoreşgerên kurd ên Elî Temel in. Nivîskarê helbest û strana “Waye PKK rabû, li deşt û çiya belav bû, kulîlkên welat sor bûn, bilbil bi gulan şabû” ku li Zindana Amedê ev helbest nivîsand û bi salan in li her derê dengê wê bilind dibe û pir tê guhdarîkirin û hezkirin. Elî Temel bi stran û helbestên xwe û ji bo hemû hevalê xwe yên di zindanê de dibû bû moral û hêza berxwedanê. Bêguman ji bo stranên Elî Temel pêngava 15’e Tebaxê û têkoşîna Şervanên Azadiya Kurdistanê yên li çiyayê Kurdistanê dibû çavkanî. Di stranên xwe de her têkoşîn şoreşa Kurdistanê dianî ziman.

Bi helbestekê hovîtî û berxwedan radixist pêş çavan

Car caran mirov di watedayînê de gelekî ditengije. Ew vîna ji pola çavkaniya xwe ji ku derê digirt gelo? Gelo ew hêz çawa derketibû holê? Ew xwedîderketina li çand, ziman, civak û axa Kurdistanê di şexsê çend dilsozî de xwe dide der. Her dilsozê gelê xwe çiqasî bi hemû aliyî ve xwedî lê derdikeve. Çiqasî diparêze û pêş dixe. Hunermend Elî Temel ne tenê hunermend û şoreşgerê kurd di heman demê de li ser zimanê kurdî jî gelekî radiwestiya û li hemberî polîtîkayên pişaftinê xebat dimeşand. Di rojên xwe yên li zindana tarî ya Amedê de, yek ji wan kesan bû ku herî zêde serê xwe li ser zimanê kurdî diêşand û ji bo ev ziman pêş bikeve û li hemberî pişaftinê têk neçe dixebitî. Elî Temel ku di 17 saliyê xwe de tevgera Apoyî naskiribû êdî gihişti 22 saliya xwe. Di berxwedan Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş û Alî Çîçekan de cihê xwe digire. Temel di Zindana Amedê de ligel Ferhat Kurtay di koxûşa 33’yan a navdar de dima. Temelê ku Kurtay ji derve nas dikir ji bo wî jî dibû hêz. Di şeva 18’ê gulana 1982’yan de ku dema Kurtay û sê hevalên wî agir berdan bedena xwe, ew jî li wir bû û ji vê berxwedanê re bû şahid. Her wiha piştî vê çalakiya berxwedan a Çaran, Temel helbesta “Amed”,  “Tu nabê kanî… Ferhat ê devliken… Eşref ê dilbirîn… Mahmûd ê çavreş… û Necmiyê dilgeş… û Eliyê dilmertal… Amed!” nivîsî û bû dengê berxwedana zindanê. Bi vê helbestê hemû hovitî û berxwedan li dijî hovitiyê radixist ber çavan. Bi her xwendina xwe ya vê helbestê bandorek gelekî mezin li ser her kesî dikir. Lewre dîrka berxwedana li zindanê vedigot.

Li her çiyayên Kurdistanê kulîlkên azadiyê vedibûn

Wekî pêşî dibêjin; “Piştî zivistanê bihar e” belê piştî salên dirêj ên berxwedana li dijî zilm, zor û îşkenceyê ya li Zindana Amedê Elî Temel tê berdan.  Hunermend Elî Temel di sala 1990’î de dema ji zindanê derket gelek helbest û stranan  tomar kiribû, Ji van stranan hinek jê yê ku li ser zimanê her kurdekî ye ev in; “Xwişka Zozan”, “Deşta Bismilê”, “Şitla Azadî”, “Rozerîn”, “Bûka Kurdan” û “Keçika Dêrsimê”. Pişî salên 90’î şer li Kurdisanê gûr bibû. Di Dîroka Kurdistanê şerê herî dijwan di navbera Şervanên Azadiya Kurdistanê û hêzên dagirker ê dewşeta tirk de rû dida.

Wekî di strana xwe ya; “Waye PKK rabû li deşt û çiya belav bû, kulîlkên Welat sor bûn bilbil bi gulan şabû” êdî dema vebûna kulîlkên welatê wî hatibû û êdî dem dema şabûna bilbilan bû. Li her çiyayên Kurdistanê kulîlkên azadiyê vedibûn. Rêya azadiyê li ber gelê xwe vedikirin. Gelê kurd jî bi wan serbilind û bextewar bûn. Di salên 90’î de Elî Temel di warê muzîka şoreşgerî de dest bi pêngaveke nû kiribû. Bi afirîneriya xwe, huner û stranbêjiya xwe, bi têkoşîna xwe ya şoreşgerî bibû stêrkek û dibirîqî. Bi hunera xwe ronî dikir rêya tarî, radikir ew perdeya li pêş çavan. Diket dilên ku xwe girtiye û hestên têkoşînê dida avakirin.

Gotina wî emelê wî bû

Gotina Hunermend Elî Temel emelê wî bû. Di pratîka xwe de avakar, damezrîner û rênîşandar bû. Hunermend Elî Temel di sala 1991’ê de li Stenbolê di nav xebatên Koma Çiya de cih girt û yek ji damezirînerê Navenda Çandê ya Mezopotamyayê bû. Albuma yekemîn a Koma Çiya di sala 1991’ê de derket. Di vê albumê de stranên Elî Temel bi giranî cih digirt. Navê albumê jî ji stran û helbesta Temel a bi navê “Rozerîn” bû ku derket. Bi derketina vê albumê gelê kurd di gelek warî de hişyar bibûn. Di van salên zor û zehmet de stranên Elî Temel şaneyên berxwedan û têkoşînê yên gel û ciwanên kurd şiyar bibûn. Deng û awaza Temel li qadan bilin dibû, xwe digihand milyonan kesî. Di stranên Temel de berxwedana gel û şervanên azadiyê hebû.

Rojnamegerekî serkeftî bû

Heke hunermendeke/kî mînak bê nîşandin ji sedî sed ew Elî Temel e. Lewre di her qadê de têkoşîna azadiya civakê dike. Di aliyekî hunerê pêş dixe li aliyê din jî ew çand û hunerê diparêz e. Di heman demê de ew çand û henerê ji civakê re radigihîne. Temel her wiha di Rojnameya Ozgur Ulkeyê de jî di servîsa çand û hunerê jî dixebitî û rûpelê çandê amade dikir. Bi qasî têkoşerî, berxwedêrî, şoreşgerî û hunermendiya xwe di rojnamegeriya xwe de jî serkeftî bû. Bi xebatên xwe çand û hunera kurd diparast û pêş dixist.

Bû şervanê azadiya gelê xwe

Hunermend Temel wekî ava çemekî bû. Ji bo azadiya kurd û Kurdistanê ji xwe re rêyeke têkoşînê her peyda dikir. Di nav her şert û mercî de têdikoşiya. Hunermend Temel li hemberî zordariya dewleta tirk êdî nema dikarî di nav civaka xwe de xebatên xwe yên hunerî pêş bixe û di sala 1992’yan de berê xwe da çiyayên azad û bû şervanê azadiya gelê xwe. Temel dema ji bo şervantiyê derket rê tembûra xwe ya ku bi salan li têlên wê dixist û ji gelê xwe re stranên têkoşîn û berxwedan bi ew dengê xwe yê bi bandor distira jî bi xwe re bir.

Tembûra xwe ji destên xwe berneda

Temel gelek caran li Akademiya Mahsum Korkmaz, bi tembûra xwe derket pêşberî şervanên azadiyê. Gelek caran ji bo hevalên xwe stranên xwe digot. Temel piştî perwerdeya xwe ya şervantiyê carek din vegeriya axa ku jê ji dayik bibû. Temel li çiyayên Kurdistanê di têkoşîna xwe ya şervantiyê de jî tembûra xwe ji destên xwe berneda û li aliyekî ji bo azadiya gelê xwe şer dikir, li aliyê din jî têkoşîn û berxwedan şervanên azadiyê di warê hunerî de pêş dixist, dikir helbest û stran.

Qet serî netewand û nemir bû

Elî Temel piştî bi dawîkirina perwerdeya leşkerî careke din vedigere ser axa ku jê ji dayik dibe. Li Mêrdînî şerê gerîlatiyê dimeşîne. Lê belê pênûs, lênûsk û tempûra wî qet ji destên wî nakeve. Temel ku bi salan li hemberî dewleta dagirker serî netewand û bi berxwedan, têkoşîn û sekna xwe ya şoreşgerî têkoşiya di dawiya jiyana xwe de jî ev sekna xwe nîşan da. Temel dema di 12 û 13’ê tîrmeha 1994’an de li çoltera Şemrexê di encama pevçûneke bi leşkerên dewleta dagirker re birîndar dibe ji sekna xwe gav şûnde navêje û piştre jî şehîd dibe. Li gorî hin çavkaniyan Temel û hevalên xwe bi birîndarî dîl tên girtin û ji aliyê fermandarê cendirmeyan ê wê demê Hasan Atîlla Ugur ve tên înfazkirin.

Piştî 19 salan hestiyê Temel hat dîtin

Malbata wî ji bo xwe bigihîne cenazeyê wî bi salan têkoşîna hiqûqî meşand, tu cih, tu rayedar nehişt ku serî lê neda. Li Girê Sergo yê li herêma Yevrê ya Şemrexa Mêrdînê, kolana gora komî hat kirin. Piştî bi salan, di kolandina li Girê Sergo de şopa wî hat dîtin û piştî 19 salan di 2’ê cotmeha 2013’an de hestiyên Temel hatin dîtin. Hestiyên ku derketin ji bo testa DNA’yê şandin Stenbolê. Di encama testê de derket holê ku hestî yên Elî Temel e. Li gel Elî Temel hestiyên Elî Kevcî yê di heman pevçûnê de şehîd bûbû jî hebû.

Malbata Temel di 2014’an de cenazeyê wî wergit û bi merasîmeke heybet li gundê Girê Bîrê yê Qosera Mêrdînê li ber strana xwe ya “Şitla Azadiyê” defin kirin. Axa ku cihê lê şehîd bûbû jî anîn li ser gora wî reşandin. Elî Temel piştî salên dirêj careke din li Qoserê xwe gihandibû Ferhat Kûrtay. Du hevalên berê, hembajarî, mamoste û xwendekarê kurdî yên zîndana Amedê, du dilsozên gel û welatên xwe, du berxwedêr û canbexşanê Tevgera Azadiya Kurdistanê, du pakrewanên doza azadiyê piştî 32 salan digihiştin hev. Belê nemirê mezin bi stranên xwe yên ji hest û kûrahiya dil hêj bi me reye. Her straneke wî dilê mirov disoje û dikişîne nav hestên berxwedan û şoreşgeriyê. Bi mabesta 25’mîn salvegera nemirbûna Elî Temel em wî bi rêzdarî û minetdarî bîr tînin.

“Şitla Azadiyê”

Şitlê baxçê azadiyê

Kulîlk vekir li adarê

Birca kela Diyarbekir

Bi Zekiye reng vedikir

Şitla azadî her bijî

Nava dilê kurdan dijî

Agirê nava dilê Ferhat

Nava dilê Zekiya şîn hat

Agirê azadiyê pêdî da

Tînê dide axa welat

Wekî tîrêja agirê Newroz

Cejna Alkan dike pîroz.

Ew agirê Mahmut Zengîn

Boy Zekiye bûye evîn

Necmi Rabûye selabê

Eşref hilda ala partiyê

Zekiye bi xemla bûkê

Hembêz dike agirê Newroz.

 

“Waye PKK Rabû “

Waye PKK rabû

Kulîlkên welat Sor bûn

Waye PKK rabû

Va ye PKK rabû, li deşt û çiya belav bû

Kulîlkên welat sor bûn, bilbil bi gula şabûn.

Wek şêran daketin şer, hesinin dil û ceger

Bi şev pêda ranazin, da ku rojê bînin der.

Hemû karkerên cîhan, xortên rindî xwendevan

Dil şabûn bi şerê wan, teva destê xwe da wan.

Keça kurdî roj hilat, xemla xwe daye welat

Mizgîn li te hevalê, roja şadî vaye hat

Va bilbil dike fîxan, mizgîn dike hevalan

Pîroz dike cejna wan, sed her bijîn Kurdistan

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar