Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Nameya Kiliç ê li zindanê dawî li jiyana xwe anî derket holê

Nameya ku Îrfan Kiliç ê li Girtîgeha Kandirayê dawî li jiyana xwe anî derket holê. Kiliç di nameya xwe de bertek nîşanî operasyona li dijî Herêma Federal a Kurdistanê û nêzîkatiyê hikumeta herêmê dide

Nameya Îrfan Kiliç ê di 3’ê tîrmehê de li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpfa F a Kocaeliyê dawî li jiyana xwe anî û li pey xwe hiştibû derket holê. Kiliç rojek berê yanî di 2’ê tîrmehê de nameyê dinivîsîne. Di nameya xwe de sedemên çalakiya xwe û helwesta xwe dinivîsîne.

Nameya Kiliç ku li pey xwe hiştiye wiha ye:

“Îro 2’ê tîrmehê 2019. Di van rojan de dewleta TC. a faşîst û zîhneta netew a wê xwedî dike, wek di dîrokê hatiye kirin dixwaze bi êrîşan Kurdistana azad û kurdên azad tune bike. Êrîşî her deverên Kurdistanê dikin. Di van rojan de TC. a faşîst talankirin û dagirkirina Kurdistanê pêk tîne.

Di dîrokê de hin tişt xwe dubare dikin. Di demekê de dewleta Rahîbên Sumerê xwestiye Kurdistana azad dagir bike û talanê lê pêk bîne. Ji bo vê dagirkirinê û talanê pêk bîne bi rêya îxanetkarê ewil ê Kurdistanê Enkîdu hevkarî kiriye. Ji bo Kurdistan neyê dagirkirin Humbaba yê ji bo Kurdistanê têkoşîn daye ji aliyê Enkîdu ve tê qetilkirin.

Îro dîsa zîhniyeta îxanetkarên wek Enkîdu destekê didin dagirkirin û talankirina Kurdisanê. Îxanetkarên kurd ji bo dagirkirina Kurdistanê dengê xwe dernaxin û li gel vê yekê jî bi dagirkeran re hevkariyê dikin.

Dîrok tenê ne li ser navê îxanetkaran dubare nabe. Vaye di dîrokê de Kawayê Hesinkar, ciwanên kurd ên azad, leheng û fedaî li dijî dagirkirinê şer dikin û ji bo Kurdistana azad ava bikin xwe birêxistin kirine û ciwanên Kurdistana azad Kurdistanê ji dagirkeran rizgar kirin.

Îro jî wekî di dîrokê de hat nîşandan dîsa ciwanên Kurdistanê derketine û ji bo Başûra qedîm a Kurdîstana azad li serê çiyayan e û dibêjin ‘Em ciwanên şoreşger ên Kawa, rê nedin we dagirkerên zilimkar ku Kurdistana azad dagir bikin.’ Ciwanên Kurdistanê wisa meşiyane Qendîlê. Hezar silav ji we re xwişk û birayên min.

Xwişk û birayên min ên hêja û hevrêyên fedaî yên hêja. Li her deverê Kurdistanê divê dengê we, dengê raperîna we hebe. We meşaleya raperînê ya Kawa daye destê xwe û hezar silav ji dil û ruhê we yê fedayîne re ciwanên Kurdistanê. Ez li her devera Kurdistanê dibim dengê we. Ez dibim meşaleya ku we pêxistiye. Û ez dibêjim ku ez ê li Çewligê bibim dengê we. Bimre Dagirkerî, Bijî Kurdistana Azad, Bijî Rêber Apo.”KOCAELÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar