Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, destnîşan kir ku di komcivîna partiya wan de ew li bersiva pirsa ‘em ê demokrasiya xwecihî çawa ava bikin?’ geriyane û da zanîn ku dê pêşengiya rêya sêyemîn jin bikin
HDP’ê di navbera 4-7’ê tîrmehê de li Wanê ‘Komcivîna Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk’ li dar xist. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, nîqaşên di komcivînê de hatine kirin nirxandin.
Taşdemîr anî ziman ku di du rojên ewil ên komcivînê de pêşengiya jinê ya di rêveberiyên herêmî de hatiye nîqaşkirin û wiha got: “Nexasim jî em li ser feraseta rêveberiyên herêmî ya demokratîk û ekolojîk hûr bûn ku wê jin vê ferasetê çawa pêk bînin. Her wiha pergala hevserokatiyê û wê bi vê pergalê re çawa wekhevî, azadî û edalet pêk bê hat nîqaşkirin.”
Di axaftina xwe de Taşdemîr destnîşan kir ku dê ders ji tecrûbeyên bere derxînin û wiha domand: “Di komcivînê de em li bersiva pirsa ’em ê demokrasiya xwecihî çawa ava bikin?’ geriyan. Me nîqaş kir ku divê jin demokrasiyê birêxistin bikin. Derket holê ku hêleke demokrasiya xwecihî jin in û divê li taxan bê avakirin. Nexasim jî derket holê ku siyaseta rêya sêyem ku wê azadiya jinê pêşengiya wê bike û avakirina qadên demokratîk girêdayî rêveberiyên herêmî ye.”
‘Piştevaniya jinan dê pirsgirêkan çareser bike’
Taşdemîr diyar kir ku di komcivînê de îktîdar, qoltix, mewkî, serdestî, dûrketina ji civakê, di siyasetê de cihê jinê jî hatine nîqaşkirin û wiha pêde çû: “Tê xwestin jin hepsî malan bên kirin. Di serdemeke ku taciz, tecawiz û îstîsmarkirina zarokan pir zêde bûye de, girîngiya têkoşîna jinê pir derdikeve pêş. Ji ber derket holê ku divê em bi têkoşîna jinê tevî gel ji bo pêşketina siyaseta demokratîk tev bigerin. A rast rêxistinbûyîna li herêmê ji bo jinan xweparastin e. Yanî dema hûn taxa xwe birêxistin bikin, dema hûn kuçeya xwe birêxistin bikin û dema hûn cihê xwe yê kar û qadên din ên jiyanê birêxistin bikin, wê rê li ber tundiya li hemberî jinê jî bên girtin. Piştevaniya di navbera jinan de wê pirsgirêkên civakî jî çareser bikin. Ji bo ji herêmê ber bi navendê ve siyaset şikilekî bigire, hêza jinê pir girîng e. Em abwer dikin ku wê bi vê komcivînê siyaseta li Tirkiyeyê biguhere. Çimkî em bawer dikin ku dê ev demokrasiya xwecihî li tevahiya welat berbelav bibe.”
‘Feraseta qeyûman feraseta dagirkeriyê bû’
Di bedewamê de Taşdemîr anî ziman ku dema têkoşîn bibe malê civakê wê bi xwe re azadî, demokrasî û edaletê jî bîne û destnîşan kir ku divê ji şaredarîvaniya klasîk wirdetir şaredarîvaniyeke nû derkeve holê û wiha got: “Di warê rêveberiyên herêmî de hin kêmasiyên me çêbûn. Li hin deveran gel nehat birêxistinkirin, gel daxilî nav liv û tevgerên demokratîk nehatin kirin, kar û bar tevî gel nehatin birêvebirin û ber bi şaredarîvaniyeke klasîk ve çû. Helbet gelê me jî ev tişt rexne kirin. Divê em van tiştan nîqaş bikin û dersekê ji wan derxînin. Bi dirûşma ‘li dijî feraseta rêvebirina ji navendê, bi feraseta demokrasiya xwecihî’ me dest avêt rêveberiyên herêmî. Di vî warî de guherînên cidî rû dan. Çimkî feraseta qeyûm ne feraseteke ji rêzê bû, feraseta dagirkirinê bû.”
‘Em ê gel daxilî pêvajoya demokrasiyê bikin’
Her wiha Taşdemîr da zanîn ku ew ne tevgereke jinan a bi tiştên kirine pesnê xwe bidin, berovajî vê ew tevgereke ku tiştên nehatine kirin tespît dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di 4 salên dawî de jin hepsî malan hatin kirin, taciz, tecawiz û îstîsmarkirina zarokan pir zêde bû. Divê em vî tiştî ji vê yekê derxînin; nexwe di warê têkoşîna demokrasiyê de me tam jin birêxistin nekirine. Loma divê di serdema nû de em tevahiya gel daxilî nav pêvajoya demokrasiya xwecihî bikin û pirsgirêkan çareser bikin.” WAN