Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Cenazeyê HPG’iyan 40 rojin li qada operasyonê tê rawestandin

Cenazeyê 2 gerîlayên HPG’ê 40 rojin li qada operasyonê ya li navçeya Licê tê rawestandin. Malbatan bi dehan caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan lê dîsa bi hinceta operasyon heye destûr nadin ku malbat cenaze bigirin

Li Gundê Karincak a Navçeya Licê ya Amedê di 2’ê hezîranê de operasyona leşkerî dest pê kiribî. Di operasyona leşkerî de 2 gerîlayên HPG’ê di roja 3’ê hezîranê de di encama bombebarana balafirên şer şehîd bibûn. HPG’ê piştî bûyerê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku di bombebaran 3’ê hezîranê de gerîlayê wan îbrahim Çelîk (Mahîr Andok), Abdullah Turhan (Rêber Amed) û Omer Demîr (Serhildan Mazî) şehîd bûne. HPG’ê dîsa daxuyanî da û diyar kir ku di heman dîrokê de gerîlayên wan Felat Kocakaya (Rizgar Tolhildan) û Yusuf Kayran (Zinar Akro)  jî şehîd bûne.

Malbat 40 rojin nikarin cenazeyê xwe bigirin

Malbatên gerîlayên HPG’ê piştî daxuyaniyê ji bo cenazeyê zarokên xwe bigirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan. Çavkaniyên herêmî piştî çûn cihê bûyerê wêneyê cenazeyan kişandin. Di wêneyan de hat dîtin ku cenaze piranî şewitîne. Cenazeyê 2 gerîlayên HPG’ê yên şewitîne 40 rojin li herêma operasyonê tên rawestandin. Di wêneyan de tê ditin ku cenaze şewitîne û xera bûne.

Piştî HDP fêr bû ku cenaze li herêmê ye heyetek ku endam, rêveber û parlamenter jî di nav de hene çûn herêmê û serî li Serdozgeriya Komarê ya Licê dan. Dozger diyar kir ku agahiya wî ji cenazeyan tune ye. Dozger ji malbatan re got ku ji ber li herêmê operasyona leşkerî heye ew nikare destûrê bide ku malbat biçin cenaze bînin.”

Malbatê serî li Baroya Amedê dan

Malbatên ku encam bi dest nexistin, ji bo encam bistînin li gel parlamenterên HDP’ê di 10’ê tîrmehê de çûn serî li Baroya Amedê dan û alîkariya hiqûqî xwestin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar