Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Sariyildiz: NY erka xwe nayne cih û cesaretê dide hikumeta AKP’ê

Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê yê berê Faysal Sariyildiz, di konferanseke li avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cenevre de axivî û got: “NY ji erka xwe ya binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyê hatin jiyîn direve û cesaretê dide hikumeta AKP’ê

Li avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevrê, konferansa “Sûcên Îşkence û Mafê Mirovan û Girtîgehên li Tirkiyeyê” hat lidarxistin. Konferans ji aliyê Yekitiya Parastina Maf û Azadiyên Navneteweyî (AIDL) ve hat lidarxistin. Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê yê berê Faysal Sariyildiz, ji Tevgera Jinên Kurd Sultan Toptaş û Berdevkê HDP’ê yê Ewropa Eyup Dorû di konferansê de axivîn.

Faysal Sariyildiz, di axaftina li konferansê kir de panorama ya mafê mirovan a ji salên 1990’î ve li Tirkiyeyê tê jiyîn vegot. Sariyildiz, diyar kir ku Tirkiye li Rojhilata Navîn bi komên selefîperest re tevdigere û wiha got: “Ji ber vê yekê krîza heyî kûrtir dibe. Bi van polîtîkayên li Rojhilata Navîn pirsgirêkên li nava welat jî mezintir bûne.”

‘NY cesaret dide Tirkiyê ’

Sariyildiz, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Li Tirkiyeyê  beşên cuda û muxalîf rastî êrîşên mezin tên. Bi taybetî, piştî ku AKP’ê di hilbijartina giştî ya 7’ê Hezîrana 2015’an de winda kir polîtîkayên hişk bi rêve dibe. Bi dehan bajêr ser û bin kir. Mirov bi zindî hatin şewitandin. Ligel vê  yekê jî Neteweyên Yekbûyî (NY) ji berpirsiyartiyê revî. Reva NY yê ya ji berpirsiyariya xwe  di warê binpêkirina mafê mirovan de cesareta Tirkiye mezintir kir. Ji ber polîtîkayên Erdogan îro Tirkiye ketiye nava krîzek mezin a aborî û siyasî. Gel, herî dawî berteka xwe  ya vê yekê di hilbijartina herêmî de nîşan da. Ev jî nîşan dide ku pêdivî bi polîtîkayek cuda û vînek din a siyasî heye.  Di vê mijarê de jî, siyaseta mezin ‘rêya sêyemîn’ a HDP’ê dibe xwedî girîngieyek mezin. Ji bo ku azadiya ramanê  li Tirkiyeyê pêş bikeve, emê têkoşîna xwe dewam bikin.”

Toptaş: Tenê sozên çêkirina girtîgehan tên dayîn 

Ji aktîvîstên Tevgera Jinên Kurd Sultan Toptaş jî, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê.

Toptaş, da zanîn ku ew bi xwe jî nêzî 10 salan di girtîgehên Tirkiyeyê de ma ye û wiha got: “Rejîma li Tirkiyeyê tenê sozên çêkirina girtîgehan dide gel. Li Tirkiyeyê, di salên 2002’an de tenê 59 hezar û 429 girtî hebûn. Ji sala 2002’yan, heya sala 2018’an de ev hejmar 4 qat zêdetir bû. Hikumeta AKP’ê dê li 384 girtîgehan 53 girtîgehên din zêde bike. Niha li girtîgehên Tirkiyeyê 458 jê giran, hezar û 334 girtiyên nexweş hene. Dermankirina wan tê astengkirin û di çend salên dawî de nêzî 40 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Li girtîgehên Tirkiyeyê di salên çûyî de girtî bi saxî hatin şewitandin, rastî îşkencê hatin û hatin qetilkirin. Dîsa îro ji hemû deman zêdetir binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehan pir zêdetir bûye.”

Dorû: NY li dijî sûcên tirkiyeyê  biryarên cidî nagre

Berdevkê HDP’ê yê Ewropa Eyup Dorû jî bal kişand ser biryarên Konseya Ewropa û Yekitiya Ewropa yên di derbarê Tirkiyeyê de dane û wiha bilêv kir: “Neteweyên Yekbûyî li dijî sûcên Tirkiyeyê biryarên cidî nagire.”

Berdevkê AIDL ê moderatoriya konferansê dikir Alî Mûsfa jî di axaftina kir de ev tişt gotin: “Li Tirkiyeyê binpêkirin û sûcên mafên mirovan ên giran hatin jiyîn. Ji ber vê yekê em Tirkiyeyê  şermezar dikin. Em ê tim şopdarê pêvajoya li welat pêş dikeve bin.” CENEVRE

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar