PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Mezin fikirîn û şayanî dîrokê bûn – 2

Noxteyeke werçerxanê ye, lê diçin mirinê. Yên pêwîst e ji gel re pêşengî bikin şehîd dibin. Yên li pey wan mayîne, dibe ku pê li termên wan ên bi rola pirbûnê radibe bikin, bi pêş de gav biavêjin û bi rê bikevin. Di tarîtiya îmha û tunekirina mezin de termên wan, laşê wan ên hişk bûyî bûn pirên ber bi ronahiyê ve. Û ew, em in di heman demê de

Biryardariya Berxwedana 14’ê Tîrmehê bingehê biserxistina me ye

Berxwedêriya 14’ê Tîrmehê, kariye tenê bi şoreşgeriyek ku serkeftinên domdar diafirîne û di encamê de bi serkeftina wan mimkûn bûye.

Eger em bixwazin kesekî/ê, rêxistinekê û gelekî binirxînin û bipîvin, yek ji krîterên herî bingehîn jî ew e ku gelo li beranberî raboriya xwe çiqas rêzdar e, ji bo egîdî, merxasî û nirxên xwe yên divê neyên jibîrkirin raboriya xwe çiqas şansa jiyanê dide an jî wan ji bîr dike. Çi heyf û mixabin e ku dema em li rastiya xwe ya gel dinêrin, em behsa gelekî bê bîr û hefize ku ji mêj de hefizaya xwe wenda kiriye dikin. Ev di wateyekê de rast e.

Îşkenceyên pir giran

Di berxwedêriya zindanê de gava 14’ê Tîrmehê, weke dana biryara rojiya mirinê tê bibîranîn. Pêwîst e ev biryar bê nirxandin. Di heman demê de ev erkeke cidî ye. Gelek aliyên biryarê hene ku dikare li ser bê hizirîn û nirxandin bên pêşxistin; zêdetir ji bûna li dijî zilm û kedxwariyeke herî bê rumet a li ser gelekî, ev biryar li dijî pêvajoyeke nijadkujiyê, dîsa heya bi armanca xwedî derketina li nasnameya xwe û her wiha weke berteka li beranberî bi her awayê helwestên derveyê mirovahiyê yên ji bo kes, pêkanînên ku nav û armancê jî înkar dikin û  îşkenceyên pir giran, hatiye girtin.

Biryara berxwedanê

Ma ev biryareke mirinê ye? Hinek ji vê re xwekujî dibêjin. Jixwe, ji beriya vê biryardariyeke Mezlûm jî heye. Biryara berxwedanê ya 21’ê Adarê! Ya rast ew e ku dixwazin bêjin, “tenê em dema jiyana xwe feda bikin, em dikarin mirovahiyê, gelê xwe û nasnameya wî, heta weke kes şeref û kerameta xwe rizgar bikin, ji derveyê ve tu rêbaz û şiklên guncaw tune, ji derveyî vê ti awayên çalakiyên ku destdayîne tune ye.” Bi îhtimaleke mezin ev rast e jî. Birastî jî di wan mercan de ti riyeke din jî tune ye. Ji bo jiyînê, ji bo şeref û kerametê, ji bo ku dest ji hin nirxan neyê dan, eger jiyan bi van jiyan be, tiştê pêwîst e bê kirin, bedela wê ya can danîn holê ye yanî feda kirina can e.

Bi sedan  kes niha, di vê pêvajoyê de vê dikare bike, lê di wê pêvajoyê de rewş cuda bû. Bêguman divê li gorî mercên wê rojê ev çalakî were nirxandin.

Aliyê dijber

Jixwe bê dîrokiyek serwer bû, li dijî vê rewşa bê dîrokbûnê kêmekê hewldan hatiye raberkirin. Diyardeya kurd anîn ziman û binavkirin qedexe ye, lê ew naxwazin wê înkar bikin. Li ser navê partiyeke pêşeng bi rê ketine, naxwazin wê înkar bikin. Aliyê dijber dibêje, “divê  bi awayekî misoher tu wan înkar bikî”. Dema tê gotin ‘aliyê dijber’, ya tê ziman ne çend cenderme an jî îşkencekar e, hegemonên bê nîqaş ên rejîmê û emperyalîzma li pişta van hegemonan e. Sermayeya Tirkiyeyê heye, nokerên kurd ên xayîn hene. Ji bo ku bi temamî bêdeng bikin û xapandinê bidin erênî kirin tên ser wan. Li gorî dijmin, ji partiyê çendek ‘bermayî’ rizgar bûne, dixwazin bizanin ku ka wê çi li wan bikin.

Ev rastî qederekê çavşikînêr e

Wê demê em li vê qadê ne. Sempatîzanên herî nêzî me jî biqasî ku nikaribin li xwe xwedî derkevin, rewşeke lewaz dijîn. Heta beşeke mezin ji girseya di wan rojan de ketiye zindanê, ketiye nav rewşa teslimiyetê. Rastî ev e! Ev rastî qederekê çavşikînêr e, dilê mirovan reş dike û bêhne li mirov diçikîne.

Afirandina berxwedaneke bihêz

Ya rast ew e ku ti gotinên ji bo wê pêvajoyê mirov bibêje ez nikarim peyda bikim. Eger jiyaneke min a din hebaya, min ê ji domandina vê jiyanê cudatir tiştekî din nekira. Ji ber ku ez bi awayekî pir kûr di zanebûna bîranînênê wan de bûm. Jixwe min berxwedaneke bihêz ku wan ji her aliyê ve biparêze afirand. Heya ku di mercên serbixwe û azad de zemînek ku biqasî dixwaze diaxife û şer deke nebûya, hewldanên xwedî derketina li wan ji durûtiyê cudatir ne tiştekî bûn. Tê wateya ku biryara pêvajo û kêliyeke wisa, ne biqasî ku tê zanîn ferdî ye. Pêvajoyek ku tenê dikare bi romanekê bê îzahkirine û hê em ecziyên îzah nekirina vê dijîn.

Hûn çiqas di zanebûna wê kêliyê de ne?

Em îro salvegera 10’an a çalakiya mezin a rojiya mirinê dijîn. Û ji me hin jî ji zindanên wê demê hatine vê derê. Li kesayetiya xwe binêrin, hûn çiqas di zanebûna wê kêliyê de ne? Ji bo ku wê baş bi bîr bîne û rast pêşwazî bike çiqas bi amadekarî ne? Ma li gorî we wisa hêsan e ew bi bîr anîn û bersiv dan? Ma ev heval; Mezlûm, Kemal, Xêyrî û Akîf nas dikir. Misoger e ku dizanîn hevaltî çi ye û bibin heval. Ev biryar, yek ji nîşaneyên wê yên herî baş e. Lê tevî vê Xêyrî di axaftinên xwe yên dawî de dibêje ku ew deyndar diçin. Jê ne bawer in ku zêde wisa tiştekî jî dikin. Dîsa nêzîkbûneke Kemal a bi vî awayî heye. Dibêje “ev şerê gel ê bi ser bikeve”, lê li pêşberî kêm hewldanan hêrsekî wî yê mezin jî heye.

Tê fêmkirin ku aliyê herî girîng ê biryarê, destbernadana ji helwest nîşandanê û bedela vê bi canê xwe dayine. Aliyê erênî ev e û ya pêwîst dike jî ev e. Aliyê din ê ku hê bêhtir jî, mirov karibe weke aliyê neyînî îfade bike, aliyê ne tenê ew jê berpirsiyar in jî ev e, di encama nebesiyeke mezin de bûna wê ye. Gelê welêt lewaz e û ev dibe sedem ku faşîst wêrek bibin. Raya giştî ya navneteweyî lewaz e, partî lewaz e, girseya zindanê lewaz e, di mercên wê demê zêde zêde lewaz e. Li gorî me diviyabû bi vî awayî wan xwe feda nekirina. Ev bedela lewazbûna wan e? Vaye aliyê em dibêjin pêwîst e mirov bibîne, nebes e û tenê ne ew berpirsiyarê vê ne ev e.

Dibêjin, “em wisa çûn, lê dîvê ya pêwîst dike bê temamkirin”

Dema ku wan bi danîna holê ya canê xwe, bi fedakirina xwe hewl didan vê bidin û dîsa jî xwe weke deyndar îlan dikirin, her wiha bi vî awayî isbat dikirin ku divê ev rewş were derbaskirin. Dibêjin, “em wisa çûn, lê dîvê ya pêwîst dike bê temamkirin”. Aliyê din ê biryarê ev e. Ma kî yê vê nebesiyê ji holê rabike? Berovajî, ev ê bibe bûyereke xwekujiyê û şoreşger jî xwe nakujin. Eger nebesî neyên derbaskirin û ji holê neyên rakirin, ev çûyîna wan hevalan wê bibin bûyerên întiharê, bersiva pêwîst dike dayin jî karê yên li pey wan mane, ji bo yên li pey wan mane mijara namûsê ye.

Tiştê wan li pey xwe hiştiye temam kirine

Encama ji vê mesajê, ji vê bibîrxistinê derdikeve: tiştê wan li pey xwe hiştiye temam kirine. Baş e em ê çi temam bikin? wate: ev jiyana ku di rewşeke nayê jiyîn de ye bînin tê jiyîn, li dijî çewisandina faşîst bisekinin, kêm bikin an jî ji holê rakin; bê agahbûn heye, vê derbas bikin; Partî lewaz e, xurt bikin; meşa faşîzmê ya bi yek alî û wêrek bidin sekinandin. Vaye encamên girîng ên ku pêwîst in bên derxistin ev in.

Em şehîdan bi bîr bînin lê bi awayekî rast bi bîr bînin!…

Weke me di destpêkê de jî gotibû, eger, nirxên pêwîst e neyên jibîrkirin hatin jibîrkirin tê wateya ku elçaxtiya herî mezin hatiye kirin. Lê eger nehatin jibîrkirin, wê demê erka bingehîn ew e; em erkên ku kêliya nirxên pêwîst e neyên jibîrkirin tê jiyîn dide ser milê me bi cih bînin û lewaziya mezin ji holê rabikin. Me hê di wê pevajoyê de ev fêm kir. Bi girînê û fikirîne ev nirx nayên bibîranîn. Ew bûne qurbanê lewaziyeke mezin. Wê demê, wê rêxistin bi hêz bibe, şer pêş bikeve û gel tevli şoreşê bibe. Talîmata ku me girtibû ev bû. Biqasî ku ji bo gel wisa ye, dîsa biqasî ku ji bo dîroka gel wisa ye, ji bo tevgera me jî ev wisa ye. Dibe ku nuxteyeke wisa ya werçerxanê nebûya, îro ev tevger jî wisa nedibû. Lê eger îro tê gotin ev dîrok heye, tê gotin rêxistinekê bi berpirsiyarî bersiv daye, divê ev jî baş bê fêmkirin.

Celadê wê derê hebû

Bê dîrokî, çawa bû dîrok? Bê nasnammeyî, me çawa kir nasname? Mercên vê nuxteya werçerxanê çi bûn? Bi hemû aliyên xwe ve rastiya vê çi ye? Di wan mercan de, bi taybetî dixwestin îmhaya neteweyî bidin rûnîşkandin û misoger bikin. Û sê kes li ber xwe didin û di van mercan de diyarker dibin, dibêjin em nikarin qebûl bikin. Yê din jî dibêje, ez ê bi kuştinê bidim qebûlkirin. Celadê wê derê hebû: Esat Oktay Yildiran. Ew, şûrekî pergalê ye, celadê wê ye. Pêwîst e ev baş bê fêmkirin. Ew ji sûbayekî zêdetir bû û divê em vê baş bibînin. Divê mirov wî jî bi aliyên wî yên dîrokî, neteweyî û çînî de bibîne. Lê mixabin, hewl tê dan bi taybetmediyên şexsî were îfade kirin, ew jî nebes dimîne. Di kesayetiya wî de sîstem darêzandin pir girîng e.

Nuxteyeke werçerxanê ye, lê diçin mirinê

Eger li cihekî bê gotin, ji berxwedanê û canê xwe fedakirinê cudatir, tu çareseriyeke din nemaye, ev, nîşan dide ku rewşeke pir bixetere heye. Eger pêşengên berxwedanê li cihekî, berxwedaneke întiharwarî hilbijartibin, divê mirov li wê derê baş bihizire. Nuxteyeke werçerxanê ye, lê diçin mirinê. Yên pêwîst e ji gel re pêşengî bikin şehîd dibin. Yên li pey wan mayine, dibe ku pê li termên wan ên bi rola pirbûnê radibe bikin, bi pêş de gav biavêjin û bi rê bikevin. Di tarîtiya îmha û tinekirina mezin de termên wan, laşê wan ên hişk bûyî bûn pirên ber bi ronahiyê ve. Û ew, em in di heman demê de.

Wan wisa şer kirin

Eger hin bi vî rengî biçin, yên din jî hinekê bigirîn, binalin, paşê ji bîr bikin, ev nabe! Dema ketina vê rewşê pêş dikeve, weke me gotibû, xafil û xaînên dîrokê derdikevin holê. Qasî hûn divên hewl bidin bi gotinên xweşik ser rewşê binixumînin, ev ne bîranîneke rast e. Dema ew wisa bi wî rengî diçûn, em dizanin derfetên me yên jiyanê pir hatibûn kêmkirin. Tenê weke şensekê, di destê me de di mercên azad de derfeta şer kirinê hebû. Wan wisa şer kirin, me jî wê hê cuda şer kiribana. Ya ku ji me re dima ji vê sûd wergirtin bû… (Didome)

Têbinî: Ev nivîs ji axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên 1992’yan ve hatiye wergirtin. Ji ber reseniyê me mudaxaleyî nivîsê nekiriye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar