Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji bo jinûve aktîfkirina navendên jin û ciwanan xebatan dimeşînin

Hevşaredarên HDP’î ku ji bo saziyên jin û navendên ciwanan ên qeyûm girtibûn ji nû ve vekin zend û bend bandan, gotin ku ew hewl bidin jinên ku di dema qeyûman de li malan hatine hepskirin bikin xwedî gotin

Dema tayînkirina qeyûman a ji aliyê rejîma AKP’ê ve, qeyûman gelek saziyên jinan û ciwanan girtibûn. Lê belê piştî di hilbijartinên 31’ê adarê de HDP şaredariyên ji destê qeyûman stend û niha hevşaredaran hewl didin saziyên ku ji aliyên qeyûman ve hatibûn girtin, dîsa vekin.

Têkildarî vê yekê hevşaredara Kopê ya Mûşê Eylem Sarûca û hevşaredara bajaroka Kaniyahenê ya Êlihê Gulistan Sonuk axivîn û diyar kirin ku ji bo ji daxwazên jin û ciwanan re bibin bersiv çi ji destê wan bê dê bikin.

Hevşaredar Gulistan Sonuk anî ziman ku li Êlihê Navenda Şêwirmendiyê ya Jinê ya Selîsê, midûriyetên jinan û kompleksên werzîşê hatine girtin û wiha got: “Navê jinê ya li komplkesa werzîşê rakirin û kirin kopmlekseke tevlihev û jin ji vir hatin dûrxistin. Jin, bi her awayî ji şaredariyê hatin dûrxistin. Wekî her derê li Êlihê jî hemû amûr û alav tahsîsî emniyetê û saziyên din hatin kirin.”

Cihên ku jin pirsgirêkên xwe lê çareser bikin nema

Di axaftina xwe de Sonuk destnîşan kir ku piştî li Êlihê saziyên jinan hatine girtin tundiya li hemberî jinan û xwekuştina jinan zêde bûye û wiha domand: “Ji ber saziyeke ku jin pirsgirêkên xwe bînin ziman neman. Dema jin ji bo derdê xwe û prigirêkên xwe vebêjin çûn bi zilaman re rû bi rû man. Wexta diçûn emniyetê yan jî şaredariyê bi zilaman re rû bi rû diman. Her wiha ev tişt di darazê de jî wisa ye. Loma jinan çareserî di xwekuştinê de dît.”

Sonuk diyar kir ku niha hewl didin li Êlihê têkiliya di navbera jin û şaredariyan de ji nû ve ava bikin û dê qadên jinan ên hatine dagirkirin dîsa radestî jinan bikin.

Dê navendên ziman û ciwanan ji nû ve vebin

Her wiha Sonuk destnîşan kir ku ji xeynî vê qeyûman êrîşî zimanê kurdî û navendên çandê yên ciwanan jî kiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Saziyên me yên bi zimanê zikmakî perwerdehî didan hatin girtin. Navendên ciwanan û çandê hebûn. Li wir perwerdehiya entrumana, perwerdehiya bi kurdî û îngilîzî hebû. Li Navenda Çandê ya Biharê ciwan ji wan tibîhetên xirab dûr ketibûn û li vir xwe didîtin. Lê qeyûm ew der jî girt. Ji ber vê ciwan dîsa ber bi tiryakê û araqê ve çûn. Dê navenda çandê dîsa bên vekirin. Niha hin kursên me dest pê kirine. Em ê li gor daxwazên ciwana tevbigerin.”

Êdî gel dikare biçe şaredariyan

Hevşaredara Şaredariya Kopê ya Mûşê Eylem Sarûca jî diyar kir ku di dema qeyûmê de gel nikaribû biçe şaredariyê lê belê niha gel dikare biçe şaredariyê û da zanîn ku li Kopê jî saziyên jinan hatine girtin û ev tişt anî ziman: “Her wiha hevalên me yên jin ên civaknas jî ji kar hatibûn avêtin. Nêzî 102 personel li şaredariyê hebûn, lê belê ji van tenê 8 jê jin bûn. Pêşî zilam girtine kar. Her tiştî bi feraseta baviksalarî kirine.”

Xebatên ji bo jin û ciwana

Sarûca destnîşan kir ku di dema qeyûman de mal û milkên aîdî saziyên jin û ciwanan hatine hîbekirin, lê belê ew ê tiştên hatine hîbekirin û tahsîskirin dîsa bistînin û wiha got: “Em dixwazin şaredarî bi her awayî li ber gel vekirîbe. Fikr û raman çi dibe bila bibe em dixwazin li ber hemû jinan vekirîbe. Em naxwazin tenê xîtabî derdorekê bike. Her wiha navendeke me ya ciwanan heye. Li Kopê gelek ciwan hene û gelek jê jî betal in. Em ê navendên xwe yên ciwanan dîsa bistînin û ji bo ciwanan veguherînin qadên civakî. Her wiha em ê midûriyeta jinan vebikin. Em ê bi vî awayî hewl bidin ku jinên hepsî malê hatine kirin bibin xwedî gotin. Cihekî me yê bazarê heye, lê niha nayê bikaranîn. Em ê wê vebikin û hewl bidin jin karibin lê bixebitin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar