Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Salı - 26 Kasım 2024

Ceylan: PDK divê xizmetê ji dijminan re neke

Hevşaredar Zeyat Ceylan diyar kir ku dewleta tirk hewl dide ku temamiya Kurdistanê dagir bike. Ceylan diyar kir ku tevî hemû êrîşên dagirkeriyê, kuştina sivîlan û tunekirina xwezaya Kurdistanê jî hikûmeta Başûr û PDK bêdenge û wiha got: “Ev jî tê wateya hevkariyê. Ev polîtîkaya PDK û YNK’ê zirarê dide yekitiya kurdan. Xizmetê ne ji dijmin re, ji gelê xwe re bikin.”

Hevşaredarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rezan a Amedê Zeyat Ceylan têkildarî êrîşên dewleta tirk ên ji bo dagirkirina xaka başûrê Kurdistanê û helwesta PDK’ê ya li hemberî van êrîşan axivî. Ceylan diyar kir ku polîtîkayên PDK’ê zirarê dide yekitiya neteweyî ya gelê kurd.

Ceylan da zanîn ku dewleta tirk gav bi gav xaka başûrê Kurdistanê dagir dike û wiha got: “Tirkiye her tim dixwaze di çarçoveya sînorên Mîsak-î Mîllî de xeta Mûsil, Kerkûk û Helebê kontrol bike. Li Rojava û Sûriyeyê jî dixwaze bi piştgiriya çeteyan re daxwazên xwe pêk bîne. Bi operasyona dagirkirina Başûr re dixwaze serokomarê Iraqê û Nêçîrvan Barzanî bitirsîne û rêveberiyekî di bin kontrola xwe de amade bike. Bi êrîşên xwe hewl dide cîranên xwe neçarî xwe bike. Tirkiye bi neçareserkirina pirsgirêka kurd re dixwaze he çar aliyên welat dagir bike. Bi vê boneyê jî bênavber êrîşî her çar parçeyan dike. Dê zirarekî mezin bigihe xwezaya Kurdistanê û gelê herêmê. Lê dê bisernekevin.”

‘Xizmetê ji dijmin re nekin’

Di berdewamê de jî Ceylan bal kişand ser helwesta hikûmeta Başûr û wiha dom kir: “Bêdengî hevkariya êrîşane. Li ser xaka te operasyonên leşkerî hene, xwezaya te tê şewitandin, welatiyên te di bombebaranê de tên kuştin lê hikûmeta Başûr bêdenge. Ev polîtîkaya PDK û YNK’ê zirarê dide yekitiya neteweyî ya gelê kurd. Dê PDK di wijdana gel de bê darizandin. Gel îxanet û bêdengiyê qebûl nake. Dibe ku îro Tevgera Azadiyê weke sedem bê nîşandan lê ger îro Tevgera Azadiyê derbê bixwe, sibe dê dor bê Başûr. Ez bang li PDK û YNK’ê dikim ku ne ji dijmin re, ji biratiya kurdan re xizmetê bikin. Em ji bo têkiliyên bazirganiyê tiştekî nabêjin lê divê PDK xwe li ser pişta birayê xwe xwedî neke. Ev yek xetereyeke mezine û dê bedelên wê giran be.”

Şandeyekî dişînin Başûr

Herî dawî jî Ceylan ev tişt destnîşan kir: “Heta niha tu operasyonên li dijî xaka Kurdistanê bi ser neketine. Ji ber vê, li şûna operasyonê divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Ev jî bi rêyên aştiyane pêkane. Bi qasî 2 salan pêvojoyeke aştiyane hebû. Lê di plan û projeya AKP’ê de çareserî nebû û bi vê boneyê jî rêya şer hilbijart. Ev sed sale Tirkiye li dijî kurdan siyaseteka şaş û xeternak dimeşîne. Ev siyaset tu caran bi ser neket û dê bi ser nekeve jî. Di rojên pêş de şandeyeke ji HDP’ê, partiyên ku me pê re tifaq kiribûn û saziyên civaka sivîl dê biçin serdana Herêma Fedaral Başûrê Kurdisanê.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar