Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk ji bo salvegra berxweana 14’ê Tîrmehê axivî û wiha got: “Niha tişta ku divê were kirin ew e ku em îro jî bibin şoprdarên 14’ê Tîrmehê.”
Di sala 1982’an de piştî Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê li dijî tundiya li girtîgehan û polîtîkayên tunekirin û tunehesibandinê li Zindana Amedê çalakiya rojiya mirinê destpê kiribû. 38 sal di ser berxwedana mezin a rojiya mirinê re derbas bû. Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk li ser salvegera 38’emîn a berxwedana rojiya mirinê ya mezin ji ANF’ê re axivî.
Şerîk di destpêka axaftina xwe de berxwedêrên rojiya mirinê bi bîr anî û ev tişt anî ziman: “Di şexsê Kemal Pîr, M. Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek de, hemû şehîdên me yên şoreşê bi hurmet û minet bi bîr tînim. Her wiha ji bo vê rojê, heval Diyar Xerîb ku 5’ê Tîrmeha 2019’an bi balafirên şer ên dewleta TC’ê bi xayinî û bi alçaî hatî qetilkirin, hevalên ku pê re şehîd bûne Şahîn Dîcle û Devran bi hurmet bi bîr tînim. Divê mirov şertên ku niha em dijîn û şertên dema 14’ê Tîrmehê rojiya mirinê ya mezin ji hev cuda nefikire. Hêlên cihê jî hene lê yên mîna hev jî. Îro tiştên ku li Kurdistanê dibin, ên li Tirkiyê dibin, rewşa rojnekirina cuntaya leşkerî, faşîst a 12’ê Îlonê ye. Ji ber vê jî heke mirov şertên berxwedana 14’ê Tîrmehê û tiştên ku niha dibin zêde cuda bibîne, ev rastiyê nabêje. Divê hêlên hevpar ên di navbeyna wan de bi mîsogerî werin dîtin û li gorî vê divê mirov nêzîkatiyekê deyne û binirxîne. Di serî de jî ev hene; dema ku darbeya leşkerî ya faşît a 12’ê Îlonê ya 1980’yî pêk hatî, di hedefa wê de çewisandina tevgerên şoreşger, demokratîk, sosyalîst hebûn. Di serê vê de jî tevgera me ya azadî û demokrasiyê ya li Kurdistanê hebû. Bi tunekirina PKK’ê ku li Kurdistanê pêşengê têkoşîna azadî û demokrasiyê bû, berbiçavbûna vê bû, ji darbekarên leşkerî yên 12’ê Îlonê we ye ku wê bigihiştana armanca xwe.
Berxwedana 14’ê Tîrmehê Pêngava 15’ê Tebaxê anî
Şerîk li dijî faşîsma 12’ê Îlonê bal kişande ser berxwedana PKK’ê û ev tişt anî ziman: “Tişta ku 14’ê Tîrmehê li zindanan di rojiya mirinê ya mezin de bûyî ne tenê berxwedanek li dijî êrîşên dijî mirovahiyê, êrîşên hov, her wiha bû wateya temsîla tevgera azadî û demokrasiyê ya li Kurdistanê. Ji vî alî ve divê mirov li ser Berxwedana 14’ê Tîrmehê raweste. Jixwe yek ji armanca sereke ya rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê ew bû ku nasnameya siyasî, hebûn were parastin. Li ser vî bingehî çalakiyeke wiha ya mezin çêbû. Dema ku çalakiyeke wiha hatî kirin şehadet jî hatin berçavkirin û destpêkirin. Ev rasteqîniya rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê ne tenê ji hêla yên ku ev berxwedan pêk anîn, ji hêla kesên ku ev cuntaya leşkerî ya 12’ê Îlonê pêkanîbûn ve jî dihate zanîn. Ji ber vê jî xwestin ku encama teqezî bi dest ve bînin. Ji vî alî ve jî çalakiyeke biryardar bû. Ji ber vê 14’ê Tîrmehê her wiha dijberîhevbûna du vînan vegot. Ji hêlekê ve berxwedêriya PKK’ê û ji hêla dî ve jî tevgera cuntaya leşkerî ya 12’ê Îlonê ku vê berxwedanê biçewisîne. Ev 14’ê Tîrmehê hatin pêşberî hev. Vîna dijmin şikest û neçar man ku bi berxwedêran re li hev bikin. Ev dihate wê wateyê ku xeta berxwedanê ya PKK’ê, vîna wê li ser dijmin dihate qebûlkirin. Piştre berxwedana 14’ê Tîrmehê mîna bangeke hate qebûlkirin. Li çiyan bû gerîla. 15’ê Tebaxxê ya 1984’an bû pêkhatina berbiçav a vê vexwendinê û wiha derbasî dîrokê bû.”
Bi plana çokşikandinê xwestin ku PKK’ê tune bikin
Şerîk got ku dijmin dixwaze PKK’ê tasfiye û îmha bike û axaftina xwe wiha domand: “Bi îmhakirina PKK’ê, bi tasfiyekirinê jê weye ku wê bigihije armanca xwe. Ji ber vê jî êrîşeke wiha giran tîne. Plana Çokşikandinê ya ku ji Nîsana 2015’an ve hatiye danîn jî vegotina vê ya berbiçav e. Bi Plana Çokşikandinê hate xwestin ku PKK were tunekirin, gelê Kurdistanê were pirnisandin. Ji ber vê jî pêvajoyeke pir giran a komkujiyê li ser civakê hate ferzkirin. Ev Plana Çokşikadinê bi tecrîda mitleq a li ser Rêber Apo hate rojevê. Ev gava pêş bû. Bi vê ya ku dihate xwestin ku were kirin pir zelal li ber çavan bû. Xwestin ku têkiliyên di navbeyna Rêber Apo û PKK’ê de, ya di navbeyna Rêber Apo û civaka Kurdistanê de qut bikin. Ev mîna ku ser ji gewdeyê veqetînin xistin dewrê. Piştre encamên hilbijartina 7’ê hezîranê ku dibû wateya vîna civaka Kurdistanê tune hesibandin. Ev tevgereke wiha bû ku destkeftiyên civaka Kurdistanê ku bi têkoşînê bi dest xistibûn ji holê rakin. Ji aliyekî ve dixwestin ku girêdana di navbeyna PKK’ê û Rêbertiya wê de qut bikin, ji hêla dî ve jî bi vî rengî civakê bêvîn bikin, ev hedef dabûne ber xwe. Piştre jî li Cizîr, Nisêbîn, Gever, Farqînê, Kerboran, Silopya, Gimgim û Bazidê ku mirov dikare mîna herêmên berxwedanê yên Kurdistanê bi nav bike, êrîşên giran anîn, komkujiyên mezin kirin. Bi van komkujiyan xwestin ku herêmên berxwedanê bêdeng bikin.”
Tiştên ku têne jiyîn berdewama plan çokdanînê ye
Şerîk bi berdewamî got ku beriya niha dema ku Plana Şark Islahatê danîn ber xwe, li Kurdistanê hin herêm û cihên ku mîna stratekîk diyar kiribûn hebûn û wiha got: “Çawa ku dabûne ber xwe ku wan deran parçe parçe bixin, heman tişt dema ku Plana Çokşikandinê danîne ber xwe jî kirin. Lê di serî de ciwan û jin, berxwedana ku hatî nîşandan û derbên ku dema vê berxwedanê li hêzên tevgera taybet a dijmin xistin, nehiştin ku ev armanca wan pêk were. Li herêmên berxwedanê komkujiyên mezin hatin kirin. Berxwedanê pêvajoyeke vekişîne jiya lê nehate çewisandin, berxwedan nehate tunekirin. Rêbertî li şertên tecrîda mitleq li ber xwe da. Berxwedan bi asta herî bilind vedigot. Têkoşîna gerîla dom kir. Piştre hewl da ku berbevlatir bike. Di encama komkujiyan da valahiyên ku çêbûn hewl da ku zû were dagirtin. Helbet bi vê jî sînordar nema. Kurdistana Rojava û Bakur bûbû yek, ne pêkan bû ku ev ji hev were qutkirin. TC dema ku li Bakur ev komkujî dikir, her wiha xwe hazir dikir ku Şoreşa Rojava jî bifetisîne. Piştre dagirikirina Efrînê bû vegotina vê ya berbiçav. Dagirkirina Efrînê li dijî çi hate kirin? Li Kobanê DAIŞ hatibû têkbirin. Li Bakur berxwedana gel hatibû asta bilin û vîna di hilbijartina 7’ê hezîranê de bi zelalî nîşan dabû. Ji ber vê jî bi bêbandorkirina Bakur, li Rojava bi têkçûna DAIŞ’ê re ev valahî xwestibû ku bi dagirkeriyê tije bike, haziriyên vê kiribûn. Haziriyên dagirkirinê yên li ser rojayê Kurdistanê bêhtir têne kirin. Li ser herêmên sînor TC hazirî kirine. Dixwazin hêzên dagirkeriyê yên li Rojava teqwiye bikin. Dîsa dixwestin li başûrê Kurdistanê, li Zap, Xakûrkê êrîşên dagirkir geştir bikin. Piştî hilbijartina xwecih a Stenbolê ya 23’yê hezîranê êrîşên herî giran ên van salên dawî kirin. Hema hema her roj 24 saetan êrîşên hewayî anîn rojevê. Bênavber bi tang, hawan û obûsan davêjin ser herêmên sînor. Komkujiyên ser sivîlan dikin. Çiyan bênavber bombe dikin. Bax, baxçe, çiyayan dişewitînin. Ev bênavber didomin.”
Bi serkeftî encambûna berxwedana greva birçîbûnê derbasî dîrokê bû
Şerîk destnîşan kir ku piştî desthilata AKP’ê di hilbijartina Stenbolê de têk çûye, êrîşên xwe girantir kirine û axaftina xwe xwe wiha domand: “Hema pêvajoya li zindanan berxwedana greva birçîbûnê ya li zindanan bi serfiraziyeke mezin bi dawî bû. 26’ê gulanê bi serkeftî encambûna grav birçîbûnê ya bêdawî derbasî dîrokê bû. Em nikarin berxwedana greva birçîbûnê ji berxwedana 14’ê Tîrmehê cuda binirxînin. Rewşa berbiçav bûyî ya berxwedana rojiya mirinê ya mezin a 14’ê Tîrmehê bû. Rojiya mirinê ya mezin 14’ê Tîrmehê li zindana Amedê pêk hatibû. Lê greva birçîbûnê ya bêdawî ku 7’ê mijdara 2018’an bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirî, tenê bi zindanan re sînordar nema. Bû pêkhatina berbiçav a pêngava ’em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’. Çawa ku berxwedana 14’ê Tîrmehê bi dijmin gav paş de da avêtin, di berxwdana greva birçîbûnê ya bêdawî de, ku 26’ê gulanê qediya, dîsa bi dijmin gav bi paş ve hate avêtin. Di rewşeke wiha de ku em diçine salvegereke nû ya 14’ê Tîrmehê, tê maneya ku girtiyên PKK’ê, PAJK’ê, civaka Kurdistanê bersivek da.”
Şertên ku rejîma şerê taybet xwe zêdetir li ser piyan bigire nema
Şerîk herî dawî ev tişat anî ziman: “Plana Çokşikandinê bêencam maye. Bêyî berxwedanê ne mirov dikare bi ser bikeve, ne mirov dikare hebûna xwe biparêze û ne jî mirov dikar êrîşên qirker ên mêtingeran pûç bike. Encamên wiha yên xurt derketine holê. Tenê ne ev. Bûye sedem ku mitebeqata netewî ya ku şerê taybet di nav xwe de ava kirî, têk biçe. Parçebûna mitebaqa netewî her wiha tê maneya ku rejîma şerê taybet zêdetir nikare xwe li ser piyan bihêle. Ji ber ku rejîma şerê taybet encex li ser mitebaqeta wiha dikarîbû hebûna xwe bidomîne. Berxwedana greva birçîbûnê ya domdar encameke wiha bi xwe re aniye. Niha ya ku divê were kirin ew e ku mirov li berxwedana bêhema ya berxwedêrên 14’ê Tîrmehê ku bûye xwemalî dîrokê xwedî derkeve û bibe şopdarê wê. Niha jî encamên greva birçîbûnê ya bêdawî ya ku 26’ê Gulanê bidawî bûyî, divê bibe sedema ku têkoşîna me ya azadî û demorkasiyê em gaveke dî pêş ve bibin, peywir û berpirsyariyeke me ya wiha heye. Bi vê wesîleyê di vê demê de ku em sala 37’an a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tirmehê li pey xwe dihêlin û dikeve sala 38’an, em şehîdên xwe yên mezin Kemal Pîr, M. Hayrî Durmuş, Akît Yilmaz, Alî Çîçek ku têkoşîna me ya azadî û demokrasî bi ser xistine, bi hurmet û minet bi bîr tînin. Dîsa em berxwedêrên greva birçîbûnê ya bêdawî ku 7’ê mijdara 2018’an dest pê kirî û 26’ê gulanê bi dawî bûyî bi hurmet slav dikim. Em 9 hevrêyên xwe yên ku di vê berxwedanê de şehîd bûne bi hurmet û minet bi bîr tînin. Dixwazim careke dî diyar bikim ku em ê bîranînên wan di têkoşîna xwe de tim bidin jiyîn.” BEHDÎNAN