Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HDP’ê ji bo mîtînga ‘Li dijî şer, çareseriya demokratîk’ bang kir

HDP’a Amedê di 22’yê tîrmehê de dê bi dirûşma ‘Li dijî şer, çareseriya demokratîk’ mîtîngê li dar bixe. Bi vê boneyê HDP’ê li avahiya xwe ya li Amedê daxuyaniyek da û bang li gelê Amedê kir ku tev li mîtîngê bibin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê di 22’yê tîrmehê de li Amedê dê bi dirûşma ‘Li dijî şer, çareseriya demokratîk’ mîtîngekî li dar bixe. Têkildarî mijarê HDP’ê li avahiya xwe ya li Amedê daxuyaniyek da. Li ser navê Komîteya Amadekar, hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik axivî.

Di daxuyaniyê de Uyanik ji hemû kesên ku aştî û demokrasiyê dixwazin xwest ku tev li mîtingê bibin û derdorên xwe jî tev li mitîngê bikin. Uyanik diyar kir ku li dijî daxwaza şer a dewletê, ew ji bo aştiyê têdikoşin û wiha dom kir: “Hê jî cenazeyên leşker, polîs û gerîla tên. Ji bo ku em nerazîbûna rêxistinên demokratîk û saziyên civakî yên Amedê ya li dijî şer û cenazeyan nîşan bidin, em ê li Amedê mîtîngê li dar bixin.”

Çareseriya demokratîk

Uyanik destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên şer, divê di zûtirin dem de çareseriya demokratîk bê pêşxistin û wiha pê de çû: “Em ê bi vê baweriyê di 22’yê tîrmehê saet di 17.00-20.00’an de li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtîngê li dar bixin. Hevserokên HDP, DBP, ESP, HDK û KCD’ê dê tev li mîtîngê bibin. Em ê di vê mîtingê de daxwaz û israrên xwe yên ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane bînin ziman.”

Di xeta sêyemîn de bi israrin

Hulya Alokmen Uyanik wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê di xeta sêyemîn a çareseriya demokratîk de israr bikin. Em ê dîsa daxwazên xwe yên makeqanûna demokratîk bînin ziman û israr bikin. Em bang li hemû gelê Amedê dikin ku di vê mijarê de bihestiyarî nêz bibe û tev li mîtîngê bibin.”

Hat ragihandin ku kesên di nava komîteya amadekar de cih digirin dê ji niha pê de li kolan û taxan di nava xebatan de cih bigirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar