Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li dijî rûxandina Heskîfê şano

Mehmet Ûçar ku der barê warê dîrokî Heskîfê de lîstikeke şanoyê nivîsand û diyar kir kuHeskîf, mîrateya hevpar a dîroka mirovahiyê ye

Ji bo Bendava Ilisûyê, rûxandina li Heskîf a 12 hezar salî didome. erdevkê Komîsyona Çand û Hunerê ya HDP’a Stenbolê Mehmet Ûçar ji bo balê bikişîne ser rûxandina li Heskîfê bi navê “Heskîf” lîstikeke şanoyê nivîsand.

Ûçar bilêv kir ku wexta dest bi nivîsandina lîstika “Heskîfê” kir ewilî ji bo du perdeyan amadekarî kiriye û wiha got: “Hîn jî dinivîsim. Lê belê her diçe rûxandina li Heskîfê didome. Ji bo vê divê demildest liv û tevgerek hebe. Loma min 15 de deqîqeyên ewil ên lîstika xwe kişand û ji bo medyaya civakî hinekî beretneg kir û daxist 5-6 deqeyan. Wekî min got ev lîstikeke duperdeyî ye û wê di payîzê de bigihê ber destê şanohezan.”

Ûçar bilêv kir ku Heskîf ji bo dîroka mirovahiyê navendeke girîng a çandê ye û got: “Heskîf, lîstikeke li dijî rûxandin û talanê ye. Mamosteyê me yê hêja Alî Yildirim tê de dilîze.”

 Dîrok tê tunekirin

Ûçar, bi bîr xist ku Heskîf xwedî dîrokeke 12 hezar salî ye û wiha got: “A niha tê tunekirin Med, Pers, Sumer û Asûr in. Heskîf mîrateya hevpar a dîroka mirovahiyê ye. Yanî a tê tunekirin bîra me, dîroka me, mîrateya me ye. Bi vê bîrbiriyê em bang li her kesî dikin ku li dijî vê derkeve. Divê Heskîf di bin avê de nemîne.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar