Xwişka endamê Konseya Serokatiya Giştî yê KCK’ê Diyar Xerîb, Şîlan Xerîb qala zarokatiya birayê xwe kir. Xerîb got ku birayê wê di emrekî pir biçûk de dest bi xwendinê kir û kesekî pir aram bû. Xerîb wiha domand: “Me wisa hîs kir ku Diyar ne tenê ji me, ji her çar parçeyên Kurdistanê çû. Ji ber ku ew ne tenê lawê başûrê Kurdistanê û Qendîlê, lawê hemû kurdan bû.”
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) di 5’ê tîrmehê de li Qendîlê di encama êrîşeke hewayî de tevî du gerîlayan jiyana xwe ji dest da. Xwîşka Diyar Xerîb, Şîlan Xerîb ji Rojnews’ê re axivî û qala jiyana birayê xwe kir.
Şîlan Xerîb di serî de got ku mînakên weke Diyar Xerîb kêm bûn û wiha dom kir: “Kesayetekî gelek nerm bû. Ji ber vê jî me qet nedît ku hêrs dibe. Ger kesek jê aciz bibûya, bi baldarî heta dawiyê guhdar dikir. Dema ku wî axaftina temam dikir jî vêcarê Diyar her tişt hêdî hêdî jê re vedigot. Bi wê nermbûna xwe bi kesan dida fêmkirin û bawerkirin.”
Bîranîna xwe parve kir
Têkildarî zarokatiya Diyar Xerîb jî Şîlan Xerîb wiha got: “Di nava civaka me de, bi taybet dema ku kesekî xwîşk an jî birayekî ji xwe biçûktir hebûya, hez dikir ku jêre bibêje kaka. Lê me bi navê hev gazî hev dikir. Em wisa fêr bibûn. Dema ez di navbera 5-6 salî de ku ew jî 13-14 salî bû, ji min dixwest ku jê re bibêjim kaka. Rojekê ji min re got; ‘Ger tu ji min re bibêjî kaka, ez ê coteke pêlava xweşik ji te re bikirim.’ Wê demê dema ku cil an jî pêlavek bihata kirîn, mirovî diparast. Wê demê ji bo cejn an jî rewşeke cuda tişteke nû dihate kirîn. Min jî got; ‘Başe ez ê ji te re bibêjim kaka.’ Bi qasî mehekî min wisa gazî kir û piştre min careke din bi navê wî gazî kir. Got; ‘Ma hîn pêlava te maye, çima tu wiha gazî min dikî?’ Min jî got; ‘Ez dikarim dewam wiha bibêjim.’ Piştre jî got; ‘Madem tu nikarî, ez jî zorê li te nakim.’”
Di temenê biçûk de dest bi xwendinê kir
Şîlan Xerîb destnîşan kir ku birayê wê di temenê 12-13 salî dest bi xwendina pirtûkan kir û wiha domand: “Gelek caran diçû odeya mêvanan û derî digirt. Wê demê odeya mêvanan tenê ji bo mêvanan bû. Dema ku derî digirt, gelek caran me jî dixwest biçin bibînin û weke birayê mezin bi wî re bilîzin. Lê dema ku em diçûn di got; ‘Hûn nahêlin ez bixwînim. Bila temam bibe, ez ê bixwe bêm li gel we.’ Hez nedikir ku em wî ji xwendinê qut bikin. Min tu caran nedît ku ferq û cudahiyê bixe navbera jin û zilaman de. Weke hev nêzî me dibû.”
Daxwaza Diyar Xerîb
Di berdewamê de jî Xerîb got ku piştî ku derket derveyî welat, 8 sal piştre di sala 2015’an de birayê xwe dîtiye û wiha pê de çû: “Min tenê di wêneyan di dît. Demek berê jî du caran bi telefonê ez pê re axivîm. Lê, piştre telefon nema. Tu tişt nemabû. Di sala 2015’an de em çûn Qendîlê û me dît. Em gelek kêfxweş bûn. Wê demê ji min xwest ku ez vegerim Kurdistanê. Dixwest em nêzî wî bin. Di got; ‘Hûn çima Kurdistanê bi tenê dihêlin? Divê em ji bo Kurdistanê hewl bidin û rizgar bikin. Ger ku em Kurdistanê vala bikin, dê dijmin bi hêsanî dagir bike.’ Li Ewropayê bi xwendinê mijûlim. Ev demekî kin e ku min zanîngeh qedand. Di bernameya min de hebû ku vegerim Kurdistanê û daxwaza şehîd Diyar pêk bînim.”
Lawê Kurdistanê
Herî dawî jî Şîlan Xerîb ev tişt anî ziman: “Şehîd Diyar dibe ku di zarokatiyê de milkê malbat û xizmên xwe be. Lê li qada têkoşînê û piştî ku şehîd bû, ne tenê lawê malbata xwe, lawê Kurdistanê ye. Em ji piştgiriya gel pir keyfxweş bûn. Şehîd Diyar ji bo me û neteweya kurd mirovekî pir giranbiha bû. Me wisa hîs kir ku ne tenê ji me, ji her çar parçeyên Kurdistanê çû. Ji ber ku ew ne tenê lawê başûrê Kurdistanê û Qendîlê, lawê hemû gelê kurd bû.” SILÊMANÎ