Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan li Stenbol, Amed û Êlihê li aqûbeta windayan pirsîn û di çalakiya vê hefteyê ya li Amedê de bertek nîşanî operasyon û pevçûnên li herêmê didomin hat dayîn. Li Îzmîrê jî bi heman armancê çalakî hat lidarxistin
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên ku hatine kuştin û bi zorê hatine windakirin hîn bibin, di hefteya 746’an de hatin gel hev. Malbatên ku xwestin li Qada Galatasarayê ya Stenbolê li hev kom bibin ji aliyê polisan ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê neçar man ku daxuyaniya xwe li kuçeya ku ÎHD’a Stenbolê lê ye bidin. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Oya Ersoy û Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû beşdarî çalakiyê bûn û piştgirî dan malbatan.
Kesên tevlî çalakiyê bûn, tîşortên ku wêneyên kesên winda li ser wan bûn li xwe kirin û bi wêneyên windayan û qurnefîlan hildan. Di çalakiya vê hefteyê de aqûtabeta Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk ku di 10’ê tîrmeha 1994’an de piştî hatibûn binçavkirin hatibûn windakirin, hat pirsîn. Daxuyanî Endama Komîsyona Windayên Binçavan a ÎHD’ê Masîde Ocak da. Ocak diyar kir ku şeva 10’ê tîrmeha 1994’an 4 kesên rûpoş bi ser mala Îbrahîm Çelîk de girtine û wiha got: “Bi hinceta nîşandana cih Çelîk bi xwe re dibin. Ji ber ku bi birina bavê xwe bi guman e kurê wî Edîp Çelîk jî dide dû wan. Ji ew rojê ve agahî ji bav û kur nayê girtin. Hevjîna Çelîk Merese Çelîk ji bo dîtina wan serî li emniyet û cendirmeyan dide û derbarê hizbullahiyên bi navê Talat Ruzgar, Îlhan Onuk, Azîz Onuk, Resûl Guneş û Çetîn Dûrsûn de jî li dozgeriyê serlêdana sûc dike. Lê hemû serlêdanên wê bê encam mane. 25 sal in di dosya Îbrahîm û Edîp Çelîk de hiqûq pêk nayê. Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin.”
‘Kujerên zarokên me bibînin’
Piştî Ocak Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe ku di 28’ê tîrmeha 1993’an de hat windakirin Zubeyde Tepe axivî û diyar kir ku 25 sal in li edaletê digerin. Tepe di berdewamê de jî ev tişt anî ziman: “Em 25 sal in li windayên xwe digerin. Me destê xwe dirêjî edaletê dirêjî wan dikin lê ew destê xwe dirêjî me nakin. Çima zarokên me kuştin? Çima qetil kirin? Gunehê zarokên me çibû? Me heta îro têkoşîna wan domand û dê bidomînin jî. Em heqîqet û edaletê dixwazin. Bang li kesên berpirsyar dikim gelo çima me nagirin Qada Galatasaray? Me wêneyên zarokên xwe digirt û bi awayekî bêdeng rûdiniştin. Em Qada Galatasaray dixwazin. Em lêgerîna kujerên zarokên xwe bidomînin. Em daxwaz ji dewletê dikin ku kujerên zarokên me bibîne û wan bi darizîne.”
Di çalakiyên Xizmên Windayan de bertek nîşanî operasyonan dan
ÎHD’a Amedê û Xizmên Windayan ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 544’emîn de çalakiya xwe ya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xistin. Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen, Serokê Rêxistina CHP’ê ya Amedê Mehmet Sayin, endam û rêveberên ÎHD’ê û Xizmên Windayan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan danîn erdê û hildan.
Vê hefteyê çîroka windakirina Ebûbekîr Aras ê di 13’ê tîrmeha 1994’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê “hêzên ewlekariyê” ve hat windakirin hat pirsîn.
‘Reforma darazê tê axaftin lê şidet û pevçûn didomin’
Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytun axivî û bi bîr xist ku 544 heftene ew li aqûbeta windayan dipirsin û heta niha winda nehatine dîtin û heta winda bên dîtin û edalet pêk were dê têkoşîna xwe dewam bikin. Zeytun bal kişand ser operasyon û pevçûnên di demên dawî de zêde bûne û wiha got: “Li Licê bi rojane operasyon heye û mafê jiyanê yê welatiyên herêmê di bin talûkeyê de ye. Însan jiyana xwe ji dest didin û mal û milkên welatiyan zirar dibîne. Ev li dijî mafên mirovan e. Em hêvîdarin wê ev pêkanîn demildest bi dawî bibin.” Zeytun bal kişand ser hevdîtinên li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwest hevdîtinên li gel Ocalan bidomin û derî li pêşiya hevdîtinên çareserî û aştiyê bên vekirin. Zeytun da zanîn ku li gel ku li Tirkiyeyê reforma darazê tê axaftin jî şidet û pevçûn jî didomin û ev bandorê li ser hemû civakê dike.
‘Malbat nikarin cenazeyan werbigirin’
Piştî Zeytun, Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik jî axaftinek kurt kir û got ji bo dîtina windayan û dayik bigihîjin bihostek axa şûna zarokên wan lê veşartî ne dê têkoşîna xwe ya ji bo dîtina cenazeyan dewam bikin. Alokmen anî ziman ku li gundên Licê operasyonên giran pêk tên û dibin sedema însan jiyana xwe ji dest bidin. Alokmen diyar kir ku heyeta wan li gundên Licê lêkolînên xwe didomînin û ev bi rojane cenazeyên endamên HPG’ê li qada şer in û malbat nikarin cenazeyên xwe werbigirin. Alokmen got ji bo malbat dikaribin cenazeyên xwe bigirin û êdî kes jiyana xwe ji dest nede pêdivî bi maf, hiqûq û edaletê û aştiyek mayînde û çareseriya demokratîk heye.
Çîroka Ebûbekîr Aras hat xwendin
Rêveberê ÎHD’ê parêzer Hasan Yalçin jî çîroka winda Ebûbekîr Aras ê di 13’ê tîrmeha 1994’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê “hêzên ewlekariyê” ve hat windakirin hat pirsîn. Yalçin got tevî hemû lêgerînên hiqûqî yên malbatê jî Aras ji roja hatiye windakirin nehatiye dîtin.
Rêveber û endamên ÎHD’a Êlihê û Xizmên Windayan jî di hefteya 450’emîn de li avahiya ÎHD’ê li hev kom bûn û bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” çalakî li dar xistin. Gelek xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Rêveberê ÎHD’ê Ercan Başar daxuyanî da û diyar kir ku ew lêgerîna heqîqet û edaletê dewam dikin û dê têkoşîna xwe ya ji bo dîtina windayan bidomînin.
Başar di daxuyaniya vê hefteyê de çîroka Zekî Dîrîl ê 6 salî û kurapê wî Ilyas Dîrîl ê 12 salî ku di 2’ê gulana 1994’an de li gundê Keldaniyan Mehrî yê Şirnexê di serdegirtina gund de ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û carek din agahî ji wan nehat girtin parve kir û li aqûbeta wan pirsî.
Rêveberên ÎHD’a Îzmîrê jî bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” çalakiya xwe ya heftane li ber Sumerbanka kevn a li navçeya Konakê ya Îzmîrê li dar xist. Rêveberên ÎHD, rêveberên HDP’ê, nûnerên sendîkayên KESK’ê beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Winda diyar in kujer li ku derê ne?” vekirin. Endamê ÎHD’ê Caner Canli daxuyaniya vê hefteyê xwend û li faîlên Îkram Miyyaz ê 25 sal berê ku sendîkavan bû hat kuştin pirsî. STENBOL / AMED / ÊLIH / ÎZMÎR