Rojhilata Navîn ji hêlên siyasî, aborî û çandî ve di rewşeke kaos de derbas dibe, ev rewş civakê ber bi tarîtî û nediyarbûnê ve dibe. Ev kaosa heyî ne çêbûna van çend salên borî ya tenê ye, bi taybet ev çend salên ku gelek dewlet û civak hilweşiyan di bin navê Bihara Ereban de teqîna civakî ya bi navê sîstema dewletnetew e. Bingeha vê di pêvajoya piştî şerê cîhana yekemîn de hatiye avakirin û şêweya xwe ya dawî di pêvajoya piştî şerê cîhana sêyemîn de girtiye û piştre hemû saziyên navneteweyî ava bûn. Armanc ew e ku hêzên desthilatdar di vî şerê cîhanê de serkeftinê bi dest bixin.
Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku neçareserkirina pirsgirêkên ku derketin di encama sazîbûna dewletên neteweyî ye û derengxistina çareseriyê ye. Yek ji sedemên sereke ya rewşa îro ew e ku dewletan ji bo berjewendiyên xwe yên desthilatiyê civak tune kirin û niha ev bûye barekî giran. Pêwîst e em xwe ji barê giran xilas bikin. Lê diyar e ku taybetmendiya hemû rêjîmên despot ew e ku ger berdêla wî tunekirina civakê be jî dev ji kursiyên xwe bernadin.
Tişta diyar dibe ku Erdogan ders ji rêjîmên despot û tekekesî yên cîran dernexistiye. Çi Sûriye û çi jî Iraqê; heta niha rêjîmên despot ên li Enqere û Tehranê di hovîtiya xwe ya li ser civaka xwe de berdewam in, her wiha bênavber destdirêjiyê li Sûriye, Iraq, Lîbya, Misir, Sûdan û Lubnanê dikin. Hişmendî û û armanca derdê hêzên despot û desthilatdar di serweriya li ser dewlet û civakê de weke havin, her çiqas cudahî di rêbaz û nasnameyê (şî’a, sun’a) de hebe jî.
Her çiqas DAIŞ li ser axa Sûriye û Iraqê weke hêz qediya be, lê hebûna xwe bi gelek reng û navên cuda berdewam dike, serokê DAIŞ’ê yê ruhî hîn li ser xebatê ye; ji ber vê yekê em nikarin bêjin DAIŞ qediya ye, bêguman dê ji bo pêkanîna berjewendiyên xelîfe li dervereke din bi navekî nû xwe diyar bike; ew xelîfeyê ku wan û qurbaniyên wan ji xwe re bikar tîne.
Erdogan pir baş dizane DAIŞ û komên çete bi armanca dagirkirina parçeyên ji bakurê Sûriyeyê û Iraqê bikar bîne. Her bi rengekî pir xirab wan li Lîbyayê bikar tîne, bi van komên çeteyan terora xwe li ser gel û civakan dide meşandin, ev teror sûcê herî kirêt di bin nave “ol” de dibe. Her wiha Erdogan pir baş dizane çawa Ewropayê têxe bin tirsa Tusonamî ya koçberan; heta îro Erdogan dikare li gelek werîsan bilîze û gelek hêzan bixe xizmeta berjewendiyên osmaniya nû; lê belê wê nikaribe herdem van lîskên xwe berdewam bike û encam bigire.
Bi taybetî piştî binkeftina partiya wî di hilbijartinên herêmî yên dawî de û hewldanên derxistina aloziyên siyasî û aborî ber bi derve ve, bi rêka çetewarî û zigurdiya ku dimeşîne, lêgerîna ne rewa ya gazê li Deryaya Spî û serhişkiya ku di mijara fuzeyên S-400’an de dike ku hinek perçeyên wê gihiştine Tirkiyeyê; ev sedem bi giştî dê dawiya Erdogan zû bîne û stêrka wî vemirîne. Di demên dawî de ev derbeyên ku Erdogan dixwe, dihêle ku ew dîn û har û hov bibe, her wiha dibe ku ji bo hinek kurtêlan ji projeyên herêmê bi dest bixe, hîn hovîtî û qîrîna xwe bilind bike.
Ji ber vê yekê em dikarin bêjin, heta ku Erdogan di desthilatdariyê de be, tu kes nikare bêje ku teror bi dawî bûye; kengî herêm ji Erdogan xilas bibe, wê çaxê mirov dikare bêje ku herêm êdî dê ji terorê rizgar bibe. Heta ku Erdogan hebe, ne Sûriye, ne Iraq, ne Lîbya û ne jî hemwelatiyên Misirê wê di nav aramî û aştiyê de nejîn; ji bo ku gelên herêmê di nava aştî û aramiyê de bijî, pêwîst e Erdogan û hişmendiya îslama siyasî ‘Birayên misilman’ biqedin, li her deverê li dijî terorê û hişmendiya wê pêwîstî bi yekitiya gelan heye.