Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Berwarî: Divê pêşmerge li dijî dagirkeran di çepera gerîla de be

Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku PDK parçeyeke dagirkeriya dewleta tirke û jê re xizmetkariyê dike. Berwarî got ku tevî vê yekê jî dê herî zêde PDK zirarê bibîne û wiha axivî: “Xeteraya dewleta tirk ji ya DAIŞ’ê mezintire. Divê kurd li dijî van bi yek dengî helwest nîşan bidin. Pêşmerge jî divê nekeve xefikê û li dijî dagirkeran, di çepera gerîla de cih bigire.”

Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Kamûran Berwarî jî beşdarên forûma li dijî DAIŞ’ê ya ku ji hêla Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NRLS) ve li Amûdê hatibû organîzekirin bû. Berwarî têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li başûrê Kurdistanê û dagirkirina Efrînê, ji ANF’ê bi Ersîn Çaksû re axivî.

Kamûran Berwarî anî ziman ku her kes dibîne ku DAIŞ di bin sîwana dewleta tirk de derket û mezin bû û wiha got: “Mînaka berbiçav a vê yekê jî dagirkirina Efrînê û êrîşên dewleta tirk ên ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê ye. Li ku dibe bila bibe kurd di hedefa dewleta tirk de ne. Dewleta tirk li dijî hemû kurdan metirsî ye û ev metirsî ji ya DAIŞ’ê ya sala 2014’an mezintir e. Sedema vê yekê jî nokerên kurd in. Di nava êrîşên dewleta tirk ên ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê de hêzeke ji başûrê Kurdistanê jî heye. Ev êrîş li ser hemû kurdan metirsiyeke mezine. Dixwazin başûrê Kurdistanê mîna Efrînê ji kurdan paqij bikin.”

‘Herî zêde dê PDK zirarê bibîne’

Di berdewamê de jî Berwarî ev tişt destnîşan kir: “Ya ku ji dagirkirina başûrê Kurdistanê zerara herî mezin dê bibîne PDK ye. Her çiqas parçeyekî dagirkeriyê û xizmetkarê wê jî be, ya ku dê herî zêde zirarê bibîne dê PDK be. Planeke xwe hebe jî yê herî zêde zirarê bibîne dê PDK be. Ji ber vê yekê divê helwesteke hevpar li dijî vê dagirkeriyê bê nîşandan.”

‘Divê çi kurd nebin parçeyek ji dagirkeriyê’

Têkildarî serdana serokomarê Iraqê Berhem Salih û serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya beriya êrîşên dagirkeriyê li Enqereyê jî Berwarî ev nirxandin kir: “Nayê qebûlkirin ku kurd bibin parçeyek ji vê dagirkeriyê. Ev hewldana dagirkeriyê ji bo Tirkiye û Îranê dibe ku bibe mîna dagirkeriya Sedam a li Qûweytê. Dikare bibe cografyayeke ku dinya hemû tev li şerekî mezin bibe. Destkeftiyên Başûr bi saya têkoşîna azadiyê hate afirandin. Mafê kesî nîne ku ji bo berjewendiyên xwe pêşkêşî dagirkeran bike. Divê hêzên pêşmerge nekevin vê xefikê. Em jî pêşmerge bûn û ji bo azadiya Kurdistanê salên dûr û dirêj têkoşiyan, hê jî têdikoşin. Lê me ji bo berjewendiyên şexsî yên çend malbatan ev têkoşîn nemeşand.”

‘Divê pêşmerge di çepera gerîla de be’

Berwarî da bi lêv kir ku PDK’ê di dîroka xwe de li dijî parçeyên din ên Kurdistanê, li dijî hêz û partiyên din ên başûrê Kurdistanê şaşitiyên mezin kirin û wiha domand: “Li dijî gelê Bakur û Rojava hê jî van şaşitiyên xwe didomîne. Ev yek metirsiyeke mezin e. Metirsiya mezintir jî ew e ku dixwaze pêşmergeyan bike beşek ji van şaşitiyên xwe. Em bang li pêşmergeyan dikin ku di çepera gel de bin, di çepera gerîla de bin û di çepera Kurdistanê de bin. Dagirker kî dibe bila bibe li dijî dagirkeran divê di çepera gel de bin.”

Girîngiya herêma Behdînan

Herî dawî jî Kamûran Berwarî ev tişt anî ziman: “Ger otonomiya li Başûr lawaz bibe dê di serî de PDK û YNK têk biçin. Herêma Behdînan ku niha bûye hedefa dewleta tirk, ew herêm e ku dergûşa têkoşîna azadiyê ya kurdan e. Ger ew herêm ji dest biçe mîna Efrînê û bakurê Kurdistanê, dê her roj komkujî li gelê me yê li başûrê Kurdistanê bê kirin.” AMÛDÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar